Rojnivîska Esraya întîhar kir hat dîtin

  • 10:43 19 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Me xwe gîhand rojnivîska Esra Y. a ku kiryarên di sala 2016'an de tecawizî wê kirin û piştî bi 8 mehan hatin berdan ku bûn sedema întîhar bike.  
 
Di 27’ê Gulana 2016’an de li gundekî navçeya Şemzînan a Colemêrgê 3 kesên bi navê Veysî, Zahir û Nîhat Yilmaz tecawizî Esra Y. a 11 salî kiribûn. Di çarçoveya pêvajoya hiqûqî ya ku zarok ji xizmên xwe re qala bûyeran kir de 3 kiryar hatin girtin, doz li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Ji bo 3 kiryaran ji ber sûcên "îstismara zayendî" û "bêparhiştina ji azadiyê" ji her yekî re 42 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Piştî îtîraza kiryaran a li Dadgeha Îstînafê ya Herêmê, ceza  hat betalkirin û ji bo kiryaran biryara ji nû ve darizandinê hat dayîn. Lê belê 8 meh şûnde kesên ku ji ber "nebûna delîlan" hatin girtin hatin berdan. 11 roj piştî ku kiryar hatin berdan, bu sedem ku esra întîhar bike. 9'emîn danişîna doza êrîşa zayendî ya li dijî  zarokan di 17'ê Tîrmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Di danişînê de heyeta dadgehê bi hinceta beşdarbûna kiryaran a danişînan daxwazên girtinê red kir.
 
Ajansa me JINNEWS'ê xwe gihand rojnivîska Esraya 11 salî  ku piştî di 2016'an de ji aliyê 3 kesan ve tecawizî wê aht kirin û ji ber travmaya jiya tişta hat serê wê vegtot.  Esrayê beriya ku înthar bike di rojnivîska xwe de gotinên xwe yên dawî anîne ziman. 
 
'Canê min pir diêşe'
 
Esra ya ku di rojnivîska xwe de dibêje ji aliyê kesên bi wan bawer bûye îxanet lê hatiye kirin  di berdewamiyê de wiha dibêje; "Xwedayê min ez nizanim çewa dest pê bikim, ger ku ez ji cîhekî dest pê bikim jî divê ez bi îxanetê dest pê bikim. Ji ber ku îxaneta mezin li min hat kirin, kesê ku herî zêde pê bawaer dibûn îxanet li min kir û ji piştê ve li min da. Ev îxanet bi gotinê nayê pênasekirin, ger ez bixwazim jî ne bi pênûs û ne jî bi zimanê xwe nikarim tiştê di dilê xwe de vedibêjim. Tiştê ku ez dikarim bibêjim ew ku canê min pir diêşe."
 
'Ez ê çawa vî barî rakim'
 
"Xwedayê min, ev dawiya min e, çima ez fêm nakim çima. Ji aliyekî ve ez li pêkanînên wî difikirim û tu wateyê nadimê. Ew ne mirovek ew qas xirab bû ku ev tişt bi min kir, we çima wiha li min kir. ez çi bikim, nabe.  Ez çi bikim, ez xwe bikujim, vê carê jî wê malbata min bişewite, ger bijîm jî nikarim vî barî rakim,  Ya Xwedayê min, rihê min bistîne û ez nikarim vî barî  ragirim, ez nikarim bisekinim, ez nizanim çi bikim. bal kişand ser xwe, wî nivîsî ku ew dixwaze jiyana xwe ji dest bide û ku ew ditirse ku zirarê bide malbata xwe." 
 
Esra di dawiya rojnivîskê de dinivîse ku tişta hatiyeserê wê ji hişê wê dernakeve û hişê wê tevlihev bûye û wiha dibêje: “Xwedêyo, êdî ez nikarim li ber xwe bidim, êdî ez nikarim bisekinim, bi rastî jî westiyam. Her şev digirîm.  Ez bi rastî nizanim çi bikim malbata min birayê min  ji bo ku vebêjim zextê li min dikin. Lê ez çawa rave bikim nikarim . Ez nikarim.  Ger bibêjim dê birayê min zerarê bibîne. Ger nebêjim jî canê min pir diêşe. Hişê min gelek tevlihev e."
 
Li malbata xwe fikirî û bêdeng ma
 
Esra ya li malbata xwe fikirî, bi hefteyan bêdeng ma û bi hizra ku sûcdar dê zirarê bidin malbata wê û wê tiştên ku jiyaye di rojnivîska xwe de binivîsîne.
 
Hatiye tehdîtkirin
 
Herwiha Esra di îfadeya ku di 21'ê Hezîrana  2016’an de dabû Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê, diyar kiriye ku Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz dîmenên wê kêşandine û ji ne axive ew tehdît kirin ê û diyar kirin ger ku biaxive wê van dîmenan biweşînin û bi kuştinê zext lê kirine.  Herwiha jê re gotine ger ku bêdeng bimîne ewê tu zerarê nedin malbata wê û zext lê kirine. 
 
Nişe: Rojnivîsk wek xwe hatiye nivîsandin, xeletiyên tîp û rastnivîsê nehatine rastkirin.