ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2023'YAN

  • 09:00 16 Tîrmeh 2023
  • Rojev
 
* Ji pisporên Takvîma Doktoran pispor Dr. Ecem Canturk Nazli da zanîn ku kremên tavê ji sedî 100 mirovan ji bandorên xerab yên tavê naparêze û got di nav rojê de saet di 10.00 û 16.00’an de dernekevin ber tavê.
 
* Li taxa Hêşerîya Qoserê 8 rojan ceyran hat birîn û şêniyên taxê diyar kirin ku dewlet leşkeran digirin û tên û gotin tu mafê wan tune ku vê bikin. BI DÎMEN 
 
*Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê çirûskên ewil yên şoreşê pê ket û 11 sale gel nîşan didin ku jiyana nû pêkane.
 
* Zaroka bi navê Esra Y. berî bi 7 salan piştî ku li Şemzînanê êrîşa zayendî lê hatibû kirin, întîhar kiribû. Daneşîna doza kesên ku êrîşa zayendî li heman zarokê kirin û piştî bi mehan hatin tahliyekirin sibe tê dîtin. Ji parêzerên dozê Nukeyf Onursal, banga xwedîderketina li dozê kir.