Li dijî êrîşên li hember jinan bang

  • 21:10 15 Tîrmeh 2023
  • Rojane
REQA - Rêxistin û tevgerên jinan, bang li gelan û jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hember şerê taybet, propaganda û reşkirina li dijî têkoşîna jinan bêdeng nemînin. Rêxistinan destnîşan kir ku ew hewl didin rê li pêşiya diyardeyên şerê taybet ên li herêmê bigirin.
 
Rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li pêşiya avahiya Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Reqayê, daxuyanî da.Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ewlehî û aramî li herêmê hatiye sepandin û rêgezên demokrasiyê û azadiya jinan bûne bingeha civaka herêmê, ji ber wê bûye hedefa hêzên zordest û mêtinger û aliyên dijberî azadiya jinan.
 
Her wiha hat destnîşankirin ku şoreşa jinan, bûye jêdera îlhamê ya tevahî jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê di encama tecrubeya wê ya siyasî û civakî de di birêxistinkirina jinan û perwerdekirina wan de.  Di daxuyaniyê de hat zanîn ku di paş perdeya şerê taybet de hin hewldan ji bo hedefgirtina karmendên jin ên di saziyên Rêveberiya Xweser û tevgerên jinan de kar dikin hene. Ew ji vê yekê armanc dikin, vîna jinan têk bibin. Di daxuyaniyê de hate gotin ev hewldan û rêbazên derexlaqî bi ser nakevin ji ber ku jin maska li ser rûyê wan û rastî eşkere kir.
 
Di daxuyaniyê de bang li tevahî gelan û jinan hat kirin ku siyaset û rêbazên şerê taybet werin têkbirin, nasnameya jinên têkoşer were parastin, ji bo ku civakeke hevgirtî ya xwedî ideolojiya rizgariyê ya jinan û dûrî şer û nexweşiyan bê avakirin. 
 
Di dawiyê de hat destnîşankirin ku rêxistin û tevgerên jinan ên li herêmê, hewl didin bi tevahî hêza xwe rê li pêşiya diyardeyên şerê taybet bigire ku hewl didin azadiya jinan û vîna wan têk biibn. Her wiha dê ji bo pêkanîna cezayê adil li her kesê ku hewl dide destkeftiyên şehîdên azadiyê û aştiyê têk bibin, kar û xebat bikin.