Ji bo zarokan perwerdeya zimanan

  • 15:05 15 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa derweya fêrkirina zimanan ji zarokên pakrewanan re vekir.
 
Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê dewreyeke perwerdeyê ya fêrkirina zimanên kurdî, erebî û îngilîzî ji zarokên pakrewanan re vekir. Ji 3 heta 13 salî derdora 45 zarokan tev li dewreyê bûn.
 
Dewreya perwerdeyê li dibistana Resafa ya navçeyê hat vekirin û dê mehekê dewam bike. Malbatên zarokan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên saziyan û meclisên sivîl di merasîma vekirina dewreya perwerdeyê de amade bûn.
 
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Lîna Yûsif bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku aramnca vê dewreyê ew ku zarok fêrî zimanan bibin.
 
Li gorî rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Fayîz Îbrahîm, zarok wê li gorî temenên wan li 5 refan werin belavkirin û mamoste dê li ser pêşxistina şarezayên wan ên fêrbûna zimanan bixebitin.