Dayikên Şemiyê li dijî dorpêçê meşiyan Qada Galatasarayê

  • 14:56 15 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê ligel astengiya polîsan di hefteya 955’an de meşiyan Qada Galatasarayê. Di meşê de rojnamegerek û 15 kes hatin binçavkirin. Di çalakiyê de hat diyar kirin dê dev ji Qada Galatasarayê bernadin.
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan bipirsîn, di hefteya 955’an de jî çalakiya xwe li dar xistin. Çalakî li Qada Galatasarayê dom kir. Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Celal Firat, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû, Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Stenbolê Ahmet Şik û Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn tevli çalakiyê bûn. 
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo qedexeya li Qada Galatasarayê biryar a “binpêkirinê” dabû lê tevî vê yekê jî hemû kolanên ber bi Cadeya Îstîklalê ve diçin bi bariyerên polîsan hatin girtin. Gelek kolanên ber bi Cadeya Îstîklalê ve diçûn ji hêla polîsan û bi wesayîtên binçavkirinê hatin dorpêçkirin. Lê tevî hemû astengiyan jî girseya li Cadeya Meşrutiyetê hate ba hev, bi qurnefîlên di dest de ber bi Qada Galatasarayê ve meşiyan. 
 
Girseya ku li Cadeya Meşrutiyetê dest bi meşê kirî, ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Tevî biryara AYM’ê jî, polîsan biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê weke hincet nîşan dan û gotin ku dê destûrê nedin daxuyanî were dayîn.  Welatiyên jî biryara AYM’ê bi bîr xistin û gotin ku divê rê li ber wan neyê girtin. Tevî biryara AYM’ê jî polîsan bersiva “Em li gorî qanûnan tevdigerin.” 
 
Dema ku polîsan girse dorpêç kirî, endamê komîsyona LGBTÎ+ ya ÎHD’ê Cuneyt Yilmaz dorpêça polîsan derbas kir û ber bi qada Galatasarayê ve baz da. Cuneyt ji hêla polîsan ve hate derbkirin, kelemçekirin û hate binçavkirin. Di heman demê de polîsan nehiştin rojnameger nûçeyê bişopînin û bi lêdanê rojnameger ji qadê dûr xistin. Polîsan, nûçegihana PÎRHA’yê Dîlan Şîmşek jî hate derbkirin, li erdê hate kaşkirin û binçavkirin. 
 
Dayikên Şemiyê û parastvanên mafan hewl dan di nava dorpêçê de daxuyaniyê bidin. Di vê navberê de ji hêla polîsan ve ji pişt ve hatin kelemçekirin û binçavkirin. 
 
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hanîfe Yildiz, Îrfan Bîlgîn, Mîkaîl Kirbayir, BesnaTosun, Alî Tosun, Hasan Karakoç, Gulseren Yolerî, Îsmaîl Yucel, Davut Arslan, Cîhan Kaplan, Cuneyt Yilmaz, Masîde Ocak, Leman Yurtsever, Hatîce Onaran û Dîlan Şîmşek.”