Ji bo girtiya nexweş Ozge Ozbek kampanya

  • 13:41 15 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Ji bo serbestberdana girtiya nexweş Ozge Ozbek kampanya îmzeyan hat destpêkirin. 
 
Ji bo serbestberdana girtiya nexweş Ozge Ozbek a ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Kampanya bi sernavê "Deng bide ji bo mafê jiyanê ya Ozgeyê" hat destpêkirin. 
 
11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê di sala 2011’an de derheqê Ozgeyê de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da. Ji ber ku di mejiyê wê de tumor hebû, di 27’ê cotmeha 2020’ê de li Nexweşxaneya Acibadem a Stenbolê emeliyata mejiyê vekirî bû. Piştî emeliyatê jî cezayê Ozgeyê ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Daricayê di 24’ê kanûna 2021’ê de raporek amade kir û got ku guncav nîne ku Ozge di girtîgehê de bimîne. Ji bo taloqkirina înfaza Ozge serlêdan hate kirin û Wezareta Tenduristiyê got ku şert û mercên girtîgehê ji bo Ozge guncav nînin. Lê tevî rapora Lijneya Tenduristiyê jî, Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo Ozge rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” amade kir. 
 
Ji ber şert û mercên girtîgehê rewşa Ozgeyê bêtir zehmet dibe, di nava rojê de nikare li ser piyan bimîne û di 10'ê tîrmehê de dema ji rabûye serê xwe li ranza û diwêr xistiye û daxwaza birina nexweşxanê kiriye lê belê rayedarên girtîgehê ew birine nexweşxaneya di nava kampuse de heyî. Di tomografiyê de hat dîtin ku xwîn ji serê wê diçe û piştî 3 saet şûnde carek din tomografi tê kêşandin. Piştre Ozgeyê bi ambulansê sewqê Nexweşxaneya Bajêr a Etlîk a Enqerê kirin. Piştre hat diyar kirin ku xetereya wê ya jiyanê didome û divê mudaxale bê kirin. Bişîjkan gotin dibe ku di dema mudaxaleyê de jiyana xwe ji dest bide xwestin  Ozge daxwaznameyek bide. Lê Ozge vê yekê qebûl nekir û ew ji nexweşxaneyê hat derxistin. 
 
Ozge niha jî li girtîgehê ye û her roja ku derbas dibe jiyana wê dikeve nav xeterê ye. Ozgeya ku bi naveyê banga hestiyariyê kir û daxwaza tehliyeya xwe kir. Ji bo tedawiya Ozgeyê jî kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. 
 
Bi vê linkê;   dikarin piştevaniya kampanyaya îmzeyan bikin.