Li Amedê li aqûbeta Ebûbekir Aras hat pirsîn

  • 13:03 15 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, di çalakiya hefteya 753’yemîn de li aqûbeta Ebûbekir Arasê ku hat qetilkirin, pirsîn.
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 753’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê li dar xistin. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHD’ê, tevli çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Ebûbekir Aras ê ku hat qetilkirin hat pirsîn.
 
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya windakirin û qetilkirina Ebûbekir Aras xwend.
 
‘Binçavkirinê de îşkenceyek giran’
 
Firat anî ziman ku Ebûbekir Aras li Navçeya Şirnexê ya Cizîrê dijiya û di qiraja kamyonan de pasvanî dikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hêzên ewlehiyê di 13’yê Tirmeh a 1994’ê de serê sibehê bi ser malê de digirin. Ebûbekir Aras binçavdikin. Di heman rojê de 5 kesên din jî tên binçavkirin. Lê piştre xeynî Ebûbekir 4 kes tên berdan. 
 
Piştî ku Ebûbekir  nehatiye berdan birayê wî diçe û aqûbet wî li midurê asayîşê dipirse. Midûrê asayîşê ji birayê Ebûbekir re bersiva 'Di heman rojê de hat berdan’ dide. Piştî vê birayê Ebûbekirê Abdurrahman kesên ku di heman rojê de hatine binçavkirin re hevdîtinê pêk tîne. Her kesek tîne ziman ku di binçavkirinê de bi îşkenceyek giran ve rû bir rû maye û ceyran dane Ebûbekir û Ebûbekir jiyana xwe ji dest daye. Piştî van agahiyan birayê Ebûbekir dîsa diçe asayîşê û qala wan agahiyan dike. Piştre  memûrên bi navê Ramazan û Îbrahîm ji birayê Ebûbekir re dibêjin 'Ebûbekir dijî. Lê divê ku hûn sebir bikin'. 
 
Belgenameyek sexte ve rastî tên veşartin
 
Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Cizîrê di derbarê Ebûbekir Aras de belgenameyek sexte ku piştî binçavkirinê hatiye berdan çap kirine. Di beyannameyê de dîroka binçavkirinê 17’yê Tirmeha 1994’ê û berdan jî di heman roja ber bi evarê de hatiye nivîsin. Ebûbekirê ku xendin û nivîsandina wî hebû binê beyanname bi tilî ve hatiye îmza kirin. Di beyannameyê de dîroka binçavkirina wî rast nehatibû nivîsandin. Bavê Ebûbekir ji ber ku aqûbeta kurê xwe bipirse serî li Walîtîya Mêrdînê da. Walîtiya Mêrdînê bersiva xwe de diyar kiriye ku  ‘Kurê wî di heman rojê de hatiye binçavkirin û saet 20.30’an de jî hatiye berdan’. Ligel tevî lêgerînan tu agahî ji Ebûbekir Aras nehatiye girtin."
 
Piştî daxuyaniyê di şexsê de ji bo hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.