Tora Têkoşîna bi tundiyê re: Zimanê îqtîdarê cesaretê dide

  • 15:04 14 Tîrmeh 2023
  • Rojane
AMED -Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Amedê ku li ser zêdebûna qetilkirina jinan û mirinên bi guman ên jinan daxuyanî da, diyar kir ku hikûmet bi polîtîkayên dijminantiya jinan destkeftiyên jinan dike hedef û bi zimanê xwe yê zayendparêz şîdetê teşwîkî şîdetê dike û ev yek cesaretê dide kesên şîdetê dikin.
 
Tora Têkoşîna bi Tuniydê re ya Amedê li Komeleya Jinan a Rosa li dijî tundiya li jinan tê kirin daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Em dest ji maf û azadiyên xwe bernadin” hate vekirin. Hevseroka Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GÖÇ-ÎZDER) Gulan Onkol daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser betalkirina Peymana Stenbolê, zêdebûna tundiya li  jinan û binpêkirinên mafan ên li hemberî LGBT+yan.
 
'Têkoşîna me ya li hemberî zîhniyeta mêr dewam dike'
 
Gulanê bal kişand ser zêdebûna polîtîkayên rastgir û radîkal ên li Tirkiye û cîhanê û got ku ev demeke tundiya mêr a li dijî jinan û LGBTI+yan zêde bûye û êrîşên li ser destkeftiyên jinan jî zêde dibin. Gulanê wiha berdewam kir, “Çalakiyên me hatin krîmînalîzekirin û hewl dan ku parêzvanên  mafan bitirsînin. Heta asta ku em gihîştine destkeftiyên me yên herî bingehîn ên wekî perwerdehiya hevpar, têkoşîna li dijî tundiyê, mafê xebatê, misogerkirina wekheviya destûrî û têkoşîna li dijî cihêkariyê her roj ji aliyê hikûmet û saziyên ku ew dixebitin ve dibin hedef.  Her roj êrîşeke nû tê kirin. Em vê zîhniyeta baviksalar ya ku bi pêvajoya vekişîna ji Peymana Stenbolê hatiye destpêkirin, nas dikin. "Têkoşîna me ya bi zihniyeta mêr re wê bidome."
 
6284 sozên hilbijartinê hatin dayîn'
 
Gulanê, diyar kir ku li Amedê saziyên ku li dijî her cure tundiya li ser jin û zarokan têdikoşin hene û got, "Di vê dema ku jin û LGBTI+yên ku ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin hewl tê dayîn bên bêdengkirin, em li vir bang dikin û dibêjin ku kiryarên tundiyê nayên darizndin. Erdhejek çêbû û bandor li 10 bajaran kir, sozên di pêvajoya hilbijartinê de hatin dayîn bi cih nehatin, jin û zarok dîsa rastî binpêkirina mafan hatin. Ji aliyekî ve birînên erdhejê nehatin dermankirin, li aliyê din jî bi pêvajoya hilbijartinê re binpêkirinên mafan zêde bûn. hat dîtin ku li gelemperiya welêt bi rojeva hilbijartinê re pirsgirêkên erdhejzedeyan hatin piştguhkirin. Her wiha di wê demê de ku divê herî zêde parastina jin, zarok û hemû komên kêmendaman di rojevê de ba, bi soza betalkirina qaanûna 6284 ku garantiya fermana nehiştina tundiyê ye, propagandaya hilbijartinê hat kirin.
 
'Dê têkoşîn bidome'
 
Gulanê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: " Em wek Tora Têkoşîna tundiya li dijî jinê ya Amedê dibînin ku li dijî jin û zarokên me tundî tê kirin û em ji bo wan deng derdixin. Em ji bo ku kiryarên tundiyê cezayên bi bandor bigirin têkoşîna xwe didomînin û em ê tim bidomînin."