Nexweşiya Gonulê hatiye asta dawî

  • 09:04 14 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Girtiya nexweşa giran Gonul Erdogan ya 15 sale girtiye û 28 sal ceza lê hatibû birîn, nexweşa helîna hestiyane û hatiye asta dawî. Gonul divê bê dermankirin lê dermankirina wê nayê kirin û alavên egzersizan nayên dayîn.
 
Girtiya nexweşa giran Gonul Erdogan di 10’ê cotmeha 2008’an de li Şîşlî ya Stenbolê bi îdiaya ‘bombeya zindî’ hat binçavkirin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 28 sal ceza lê hat birîn. Gonul niha li girtîgeha Jinan a Gebzeyê girtiye. Li gorî daneyên ÎHD’ê Gonul yek ji nexweşa giran a girtîgehên Marmarayê ye. 
 
9 sale nayê dermankirin
 
9 sal berê di 2014’an de nexweşiya helîna hestiyan li Gonulê hat dayîn tespîtkirin û ev 9 sale nehatiye dermankirin. Ji ber nehat dermankirin jî nexweşî kronîk bû.
 
Hatiye asta dawî
 
Gonul di 16’ê Tebaxa 2022’an de li Nexweşxana Gebze a Fatîhê tê dermankirin. Li vir doktor dibêje nexweşiya te gihiştiye asta dawî û divê ji vir şûnde baldarî hebe, faliyetên giran neke, di rabûn û rûniştinê de baldar be û xwe nede zorê. Tê diyar kirin ku hestiyên wê pir xesas bûne û ji ber nexweşî nehatiye dermankirin gihiştiye asta herî jor.
 
Antîdepresan danê
 
Gonul di heman demê de di pêvajoya girtinê de bi gelek nexweşiyan re hat rû hev. Kulîmeka wê îltîhabê digire û ji ber vê nikare rabe û rune. Her wiha di movikên wê de fitq û gurçikên wê de xîz heye. Ligel vê  nexweşiya ba jî lê heye. Doktorên li şûna van nexweşiyan derman bikin û dermanên li gorî nexweşiyan bidin, dermanê antîdepresan dane Gonulê. Doktoran ji bo ku êşa wê kêm bibe û li dijî êşê berxwe bide antîdepresan danê.
 
Alava ezgersizê nadinê
 
Gonulê piştî demekê dest ji antîdepresanan berda. Ji ber ku ji ber helîna hestiyan êdî nikaribû bimeşiya û her cara Gonul diçû ber deriyê koxuşê rewşa wê xerabtir dibû. Gonul ku di meşê de zehmetiyan dikşîne piranî dema xwe di nav nivînê de derbas dibek. Ji bo nexweşî pêş nekeve divê Gonul egzersizan bike lê alavên egzersizan nayên dayîn.
 
Sewqî ATK’ê kirin
 
Di dawiya sala 2022’an de Gonul ji bo taloqkirina înfazê serlêdanê dike. Di heman demê de di Sibata 2023’an de îdara girtîgehê ji bo tespîtkirina rewşa tenduristiyê Gonulê sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Kocaeliyê dike. Rapora der barê rewşa wê de hîna ATK’ê aşkera nekiriye.