Baroness Christine Blower: Divê Tirkiye masmiyeta xwe nîşan bide

  • 09:03 14 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Melek Avci 
 
ENQERE - Endama Kamara Lord a Qraltiya Yekbûyî Baroness Chrîstîne Blower da zanîn ku pirsgirêka Kurd ji çareseriyê dur ketiye û bikaranîna çekên kîmyewî encama neçareseriyê ye. Baroness wiha got:  “Ger ku Tirkiye îdia dike ku çekên wan yên kîmyewî tune ne divê vê nîşanê hemû mirovan bide. Divê masumiyeta xwe nîşan bide.”
 
Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Zap, Metîna û Avaşîn ên di 17’ê Nîsana 2022’an de dest pê kiribûn didomin. Di êrîşan de çekêm kîmyewî tên bikaranîn û ev bandorek mezin li ser mirovan û ekolojiyê dike.
 
Seroka Komîteya Perwedeya Sendîkaya Ewropa (ETUCE), Endama  Kamara Lord a Qraltiya Yekbûyî û Hevseroka Kampanya Sendîkaya ji Ocalan re Azadî (Freedom for Ocalan Trade Union Campaign) Baroness Christine Blower, dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê li hember Kurdan pêk aniye û bêdengiya OPCW'ê nirxand.
 
Chrîstîne da zanîn ku dîmen û wêneyên bikaranîna çekên kîmyewî hene û got: “Ez endama Kamara Lord a Qraltiya Yekbûyî me. Ez di mijara çekên kîmyewÎ û presedura leşkerî de ne pisporim. Lê bi salane ez şerê Tirkiyeyê yê li hember Kurdan dişopînim. Ev modelek êrîşê ya li hember Kurdane. Ez wek model dibînim. Aşkeraye ku Tirkiye ji derveyê normên dewletê tevdigere û sûcdar e.”
‘Li ser hîmên şaş hatiye avakirin’
 
Chîrstîne der barê îdiayên OPCW'ê de jî axivî û daxuyakirin ku li şûna OPCW îdiayan temaşe bike divê bikeve tevgerê û wiha domand: “Ev pirsgirêkek mezin a ku saziyên navneteweyî bi destê xwe ava kirine. Li şûna mudaxale bikin rêbazên ku asteng dikin ava dikin. Ger ku îdiayan dişopînin divê hinek tişta bikin û bikevin tevgerê. Lê dibêjin em mudaxale nakin. Ji ber ku ji bi rêbazên xwe bawer dikin. Li gorî min ji van organîzasyonan hinek li ser hîmên şaş hatine avakirin. OPCW di rojên borî de daxuyaniyek da û got ku ji roja ava bûye gelek çekên kîmyewî îmha kiriye. Bêguman divê her kes ji vê kêfxweş be. Lê ger ku hinek îdia hebin divê OPCW bi baldarî li welatan binêre. Divê her tiştî baş kontrol bike û bawer be. Çekên kîmyewî bi tu awayî nikarin bên qebûlkirin. OPCW dibêje çekêm kîmyewî îmha kirine.  Lê fosfora spî ya Tirkiyeyê bi kar aniye di kategoriya çekên kîmyewî de cih negirtiye. Ev ne tiştekî rast e. Bi aşkera û zelal ev madeya kimyewî ye û li dijî mirovan hatiye bikaranîn. Ji ber vê jî ev daxuyanî mirovan xemgîn dike. Ger bi Tirkiyeyê re çekên kîmyewî tunebin wê demê divê ji bo lêkolînkirinê jî tirsa wê tune be.”
 
‘Divê NY ji bo lêkolînê Tirkiyeyê îqna bike’
 
Chrîstîne balkişand ser bêdengiya qada navneteweyî ya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “NY di vê mijarê de pêngavê navêje. Der barê NATO'yê de kêm agahiya min heye. Lê li gorî min gelek girînge ku NY der barê rewşa herêmê de pisporan bişîne herêmê. Wek min berê jî gotibû  ger ku Tirkiye yanî hikûmeta heyî xwe bê sûc dibîne xwe masum dibîne divê vê nîşanê her ksî bide. Xuyaye di navbera hikûmeta Tirk û NY’ê de têkiliyek di asta jor de hebe. Divê Tirkiye lêkolînê qebûl bike. Divê çi hatiye jiyin û çi pêk hatiye bê fêmkirin û bê zanîn.”
 
‘Masumbûna xwe nîşan bidin lê ne masum e’
 
Chrîstîne wiha dirêjî dayê: “Divê NY Tirkiyeyê ji bo lêkolînê îqna bike. Lêkolînkirina îdiayan wê ji bo berjewendiya Tirkiyeyê bû. Ger ku  dixwaze me bi welatekî demokratîk îqna bike divê ji bo vê amade be.  Divê Tirkiye masumbûna xwe nîşanê me bide lê Tirkiye ne masum e.”
 
‘Mirov çarseriyek aştiyane heq dikin’
 
Chrîstîne destnîşan kir ku di bin hemû êrîşan de neçareseriya pirsgsirêka Kurd heye û Tirkiye ji çareseriyê dure û wiha dawî lê anî: “Hêvî hene. Dema ku muzakare hatin kirin û çareserî pêk hat hebûn. Lê niha em gelek jê dur in. Pisgirêk ev e ku pirsgisrêka Kurd hîna zindî ye. Mirov ji ber neçareseriyê êşê dikşînin. Birêz Ocalan tê tecrîdkirin û tecrîd li her derê belav bûye. Gelek kes li seranserê cîhanê bi pirsgirêka kurd re eleqeder dibin. Ez hêvîdarim wê biserkeve. Mirov çareseriyeke aştiyane heq dikin.”