ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2023'YAN

  • 09:00 14 Tîrmeh 2023
  • Rojev
 
* "Ji bo ev pergal bê rakirin divê siyaseta demokratîk aktîf be û bibe hêza avakirina civakî. Ji ber vê em siyaseta demokratîk wek şaristaniya demokratîk dikarin bigirin dest û gelek girîng e ku ferasetek siyasî ya xwe dispêre zanista civakî bê avakirinê." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* Endama Kamara Lord a Qraltiya Yekbûyî Baroness Chrîstîne Blower da zanîn ku pirsgirêka Kurd ji çareseriyê dur ketiye û bikaranîna çekên kîmyewî encama neçareseriyê ye. Baroness wiha got:  “Ger ku Tirkiye îdia dike ku çekên wan yên kîmyewî tune ne divê vê nîşanê hemû mirovan bide. Divê masumiyeta xwe nîşan bide.”DÎMEN HEYE
 
* Girtiya nexweşa giran Gonul Erdogan ya 15 sale girtiye û 28 sal ceza lê hatibû birîn, nexweşa helîna hestiyane û hatiye asta dawî. Gonul divê bê dermankirin lê dermankirina wê nayê kirin û alavên egzersizan nayên dayîn. 
 
* Rojnamegerên jin ên ku hatin tehliye kirin destnîşan kirin ku desthîlatdar ji derketina rastiyan aciz e û gotin di edliyeyê de yê ku hatin darizandin ew bûn. BI DÎMEN