Li Sûrê panela ‘Mutbexa zayenda civakî’ pêk hat

  • 23:55 13 Tîrmeh 2023
  • Rojane
AMED - Li navçeya Sûrê ya Amedê paneleke bi ser navê ‘Mutbexa zayenda civakî’ pêk hat. Di panelê de rêvebera Komeleya Lekolîna Ragihandina Jinan a Uçan Supurge Selen Dogan diyar kir ku êdî zayenda xizaniyê jî heye û ew jî jin e.
 
Rêvebera Komeleya Lekolîna Ragihandina Jinan a Uçan Supurge Selen Dogan li navçeya Sûrê ya Amedê  bernameyek bi navê ‘Mutbexa zayenda civakî’ li darxist.
 
Selenê axaftina xwe de anî ziman ku mitbex ji bo rola jinê ya civakî gelek girîng e û qadeke zayendiya karbeşiyê ye,j i ber vê yekê jî divê bê nîkaş kirin. Selenê di berdewamiya axaftina xwe de wiha vegot:“Di destpêkê de ez dixwazim pirsa ‘ Mitbex çima ji bo me jinan bû ciheke taybet û çima ji bo  me jinan bû welat?’  bipirsim. Bi salane kar û barên malê li ser milê jinan hatiye bar kirin û bersivên van pirsan ji bo zayendiya civakî  gelek tiştî dide pêş me. Di gelek çandan de ev zayenda civaka hiyerarşîk li ser gihîna xwarinê ava dibe. Jin di mitbexan de hatiye hepskirin. Ji demên şikeftan heta niha em bi newekheviyê re tên rû hev. Her wiha ez dixwazim behsa keda jinan bikim. Di dinê de jin kar û barên herî zêde dikin. Lê qezencê de para herî kêm digirin.”
 
‘Keda jinê tê binpêkirin’
 
Selenê diyar kir ku jin her alî ve bi kedxwariyeke mezin re rû bi rû dimînin. Selenê diyar kir ku  keda jinê qet bi dawî nabe û wiha axivî: “ Di dema borî de erdhêjek mezin çêbû û carek din hat dîtin ku keda jinê tê binpêkirin. Her wiha zarok anîna dinê kar û barê giran daye ser milê jinan.”
 
‘Keda jinê nayê dîtin’
 
Selenê bal kişand ser rola jinê ya di nav malbatê de û wiha pê de çû: “ Çêkirina xwarina malê hemû li ser milê jinan e. Ev  bûye rola dayikan. Çêkirina xwarinê ya ku li ser milê jinê hatiye bar kirin ji aliyekî ve jî rola zaroka jî diyar dike. Zarokên keçik jî wek karkerkên dayikan tên dîtin. Keda jinê jî ya zarokên keç jî nayê dîtin. Newekheviya zayendî giredayiyê ziman, çand û hişmendiyê ye jî. Xwarin tişteke polîtîk e. Civak di hişê xwe de jinê tengezar dike.
Hevpeyivîn bi pirsên beşdaran û bersivên Selenê bidawî bû.