Ji bo kujerê Hasretê cezayê muebetê hat xwestin

  • 18:47 13 Tîrmeh 2023
  • Rojane
RIHA - Di doza ku kujerê Hasret Tutal, Şervan Gulel dihat darizandin dozger mutala xwe da û cezayê muebetê xwest.
 
Di 7’ê cotmeha 2021’ê de li taxa Akpiyar a Karakopru ya Rihayê gumanbar Şervan Gulel jina bi navê Hasret Tutal qetil kir û sêyemîn runiştina dozê li 3’emîn Dadgeha Ceza Giran a Rihayê hat dîtin. Psarêzerên Hasretê û malbata wê, gumanbar û parêzerên xwe di runiştinê de amade bûn.
 
Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amed û Rihayê, Navenda Mafê Mİrovan a Baroya Amed û Rihayê tevli bûn.
 
Dozger di mutala xwe de ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ der barê gumanbar de cezayê muebetê xwest. Parêzerên gumanbar jî li dijî mutalayê ji bo parastinê bikin dem xwestin.
 
Dadgehê daxwaz qebûl kir û runiştin taloqî 27’ê îlonê kir.