ROJEVA 13'YÊ TÎRMEHA 2013'YAN

  • 09:00 13 Tîrmeh 2023
  • Rojev
 
*Mamosteya Pêşdibistana Mexmûrê Bihar Kara, bal kişand ser destirêjiya li Efrînê pêk hatî û vekirina Navenda Çand û Hunerê ya Weqfa Barzanî ya li Efrînê û got: "Dewleta Tirk, DAIŞ û PDK'ê li hemberî zarokên li Mexmûr, Efrîn û rojavayê Kurdistanê xwedî li heman zihniyetê ne." BI DÎMEN 
 
*Dîrektora IPPNW Gîsela Penteker, der barê tercîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de axivî  û diyar kir ku divê civaka navneteweyî ji nû ve ji bo pêvajoya aştiyê rola xwe bilîze û got: “Li Îmraliyê binpêkirina maf li holê ye. Paradîgma Birêz Ocalan ji bo gelek kesî wek tehdîd tê dîtin. Divê em rexnedayîna xwe bidin, ji ber ku me heta niha fikrên wî baş bi civakê re parve nekirine. 
 
*Yek ji êşên Gelê Kurd ên nayên ji bîrkirin û hej birîna wê derman nebûye Komkujiya Geliyê Zilan e. Di 13'ê Tîrmeha 1930'yî de  44 gund hatin şewitandin û bi 10 hezaran kes hatin qetilkirin. Komkujiya ku hatî kirin hêj jî di aqilan de zîndî ye. 
 
*Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknur Bîrol diyar kir ku di civînên ku HDP û Partiya Çep a Kesk pêk aniye de "Vegera li rastiya xwe" derketiye holê û got wê piştî civinan biçin kongreyê û rêxistinbûna jinan mezin bikin. Îlknurê banga tevlibûna civînan li jinan kir. BI DÎMEN