Dîlan Karakoç bi zorê kirin qawîşa edlî

  • 16:47 12 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Parêzerên Dîlan Karakoç a ku ji qawîşa ku girtiyên siyasî lê ne, bi zorê birin qawîşa ku girtiyên edlî lê tên ragirtin, diyar kirin ku muwekîla wan ne di ewlehiyê de ye.
 
Dîlan Karakoç a ku di 8'ê Hezîranê de bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin û girtin, bi hinceta "hevdîtina bi parêzer re" ji beşa siyasî ya Girtîgeha Jinan a Şakranê. bi zorê birin qawîşa C-9 a ku girtiyên edlî lê tên ragirtin. 
îtiraz kirin
 
Parêzerên Dîlanê diyar kirin ku dosyaya muwekîla wan a bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hê vekirî ye û li qawîşa edlî ya ku ew birinê ewlehiy wê tune ye û dê ji bo îtîraz bikin.