ÎHD'ê Lijneya xwe ya Giştî diyarî dayikên Şemiyê kir

  • 15:20 12 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
 
WAN - Şaxa ÎHD'ê ya Wanê 12'emîn Lijneya xwe ya Giştî ya Asayî diyar.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê 12'emîn Lijneya xwe ya Giştî ya Asayî ku li salona konferansê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Wanê pêk anî diyarî Dayikên Şemiyê kir. Rêveberên saziyên sivîl ên bajêr û nûnerên partiyên siyasî tevli meclîsê bûn.
 
Piştre axaftina vekirinê ya lijneyê ji aliyê Rêveberê ÎHD'a Wanê Hamdî Bayhan ve hat kirin. Hemdî berxwedana Dayikên Şemiyê silav kir û diyar kir ku wan lijneya xwe diyarî dayikên şemiyê kiriye. Hamdî bal kişand ser sazîbûna faşîzma li Tirkiyeyê û got, “Tu mûxalefet nikare bikeve  nava tevgerê. Muxalif tên bêdengkirin, gelek parêzvanên mafan cezayê girtîgehê digirin. Qada mafên mirovan qadeke ku mirov nikare dev jê berde. Rizgariya vî welatî anîna demokrasî û mafên mirovan e. Piştî axaftina Hemdî dîwan hat avakirin.
 
'Tecrîd li Kurdistanê bi binpêkirina mafan xwe dide der'
 
Piştî kêliya rêzgirtinê Serokê dewreya berê yê Şaxa Wanê Mehmet Karataş axivî. Mehmet bal kişand ser dîroka ÎHD’ê û got, “ÎHD’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê xebatên xwe didomîne. Ji tecrîda li girtîgehan heta binpêkirina mafê jiyanê gelek pirsgirêk hene. Li Kurdistanê gelek polîtîkayên qirêj tên meşandin. Pirsgirêka herî girîng jî tecrîda li ser Birêz Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê ye. Ji ber ku ev tecrîd her roj weke binpêkirina mafan li Kurdistanê tê nîşandan. Me têkoşîna xwe ya ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê berdewam kiriye û em ê bidomînin. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin." Piştî axaftina Mehmet komîteyê bi axaftina mêvanan berdewam kir.
 
Serokê nû hat bijartin
 
Piştî axaftinan raporên xebatê hatin xwendin. Piştî raporên xebatê hatin xwendin, rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Wanê hatin hilbijartin. Hilbijartin bi yek lîsteyê kirin. Firat Durmaz bû serokê nû yê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê.