Nobeda Edaletê di roja 842'yan de ye

  • 12:05 12 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 842'yan a çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê de, bang li Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç kir, axftina wî ya 10'ê Tîrmeha Roja Hiqûqê ya Cîhanê bi bîr xist û got, " Kesê ji edaletê berpirs hêvî nake. Divê berpirsiyariya xwe bi cih bîne."
 
Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 842’yan de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû îro li mala xwe ya li Pirsûsê nobeda xwe domand. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyam belav kir û axaftina Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç a derbarê 10’ê Tîrmehê Roja Hiqûqê ya Cîhanê bi bîr xist û ev peyam da: “Yilmaz Tunç hêvî kiriye ku hiqûq serwer be, di nav mirovahiyê de heqaniyet û edalet serwer be. Kesê ku berpirsê edaletê ye, hêviya edaletê nake. Ew divê berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Li dijî hiqûqa serdestan 842 roj in têkoşîn didome û hemû dinya dişopîne.”