‘Em ê pirsgirêkên Amedê bi gel re çareser bikin’

  • 09:02 12 Tîrmeh 2023
  • Ramyarî
 
Sema Çaglak
 
AMED - Parlementera Partiya Çep a Kesk a Amedê Ceylan Akça, destnîşan kir ku pirsgirêkên li Amedê pêk tên hemû girêdayî hevdû ne û got ew ê pirsgirêkên Amedê bi gel re çareser bikin.
 
Piştî hilbijartinê parlementerên nû li bajarên ku hatine bijartin dest bi xebatanên xwe kirin. ji van bajaran yek jê jî Amed e  Li Amedê ji aliyekî ve tundî û qetîlkrina jinan zêde dibe, ji aliyekê ve jî qirkirinek ekolojîk tê kirin. Her wiha xizaniya jinê ku her diçe zêdetir dibe jî bandorek mezin li ser jinê û bajêr dike. 
 
Parlementera Partiya Çep a Kesk ya Amedê Ceylan Akça derheqê pirsgirêkên ku li Amedê dertên nixandin kir.
 
‘Hilbijartin di bin zextan de pêk hat’
 
Ceylanê, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser nirxandina di warê encamên hilbijartinê de û diyar kir ku bêrîya hilbijartinê pêvajoyek 8 salî ya ku bandor li rojeva hilbijartinê kir hebû. Ceylanê, wiha axivî: “Di pêvajoya hilbijartinê de HDP bi doza girtinê re rûbirû bû. Her wiha doza Kobanê ku hêj berdewam dike tê de têkoşîna jinên kurd dihat darizandin. Ango hilbijartin li bakurê Kurdistanê di bin zextan de hat kirin.  Desthilatdariyê zext li gel dikir. Di her xebata me ya hilbijartinê de zexta polîsan hebû. Bi vê yekê xwestin çavê gel bitirsînin. Di pêvajoya hilbijartinê de baweriya gel a bi sîtemek demokratîk ji hêla dewletê ve hat şikandin. Bêguman encama hilbijartinê ne li gorî daxwaza me bû. Me di nav xwe de jî gelek nirxandin kir û çavdêriyên xwe vegotin. Niha em bi hiqûqnas, rêxistinên jinan û rêxistinên sîvîl re diaxivin û nîqaşan dikin. Piştre ji vê mehê şûnde de em ê bi gel re bicivin û em dixwazin gel guhdar bikin. Em rê û rêbazên çareseriyê bi gel re niqaş bikin.”
 
‘Li Amedê sîstemekê mîlîtarîst ava kirine’
 
Ceylanê, li ser pirsgirêkên ku li Amedê pêk tên jî sekini û anî ziman ku li Amedê yek ji pirsgirêkên ku herî berbiçave zêdebûna hêzên ewlehiyê ye û got: “Li Tirkiyê nêzî mîlyonekê kes di hêzên ewlehiyê de cih digirin. Li Kurdîstanê jî gelek dever wekî qadên taybet tên binavkirirn. Ji van bajaran yekê jê jî Amed e. Li Amedê bi hêjmarek zêde hêzên ewlehiyê hene û hêjmarekê zêde qerekol û kelehkol hene. Nayê zanîn ku ev leşker girêdayî ku derê ne. Gava em zêdebûna van dipirsin  bi hinceta ewlehiyê dibêjin ' em nikarin bibersivînin'. Li dijî van jî yên ku herî zêde bertek nîşan didin dîsa jin in. Jinan bi sekna xwe nîşan dan ku ew ji vê sîstema zordestî re serî natewînin û ew sîstema mîlîtarîst napêjêrînin.”
 
‘Bi çêkirina bendevan qirkirina ekolojîk tê kirin’
 
Ceylanê, destnîşan kir ku li Amedê çavkaniyên xwezayî jî tên qîrkirin û got: “Herî dawî li Gelîyê Godernê xwestin bendavê çêkin. Li Kurdîstanê bi çêkirina bendavan qirkirineke ekolojîk dikin. Bi vê yekê li wê herêmê hişkesalî zêde dibe, bi hişkesaliyê re jî qadên çandiniyê zirarê dibînin û keda jinê ya li qada çandiniyê tê dizîn. Bi hişkesaliyê re pêşiya çavkaniyên avê tê girtin û hemû zindîwer ji vê bibandor dibin. Ev qirkirin li tevahiya Rojhîlata Navîn texrîbatên mezin çebike.”
 
‘Pirsgirên li Amedê hemû girêdayî hevdû nin’
 
Ceylan, destnîşan kir ku hemû kaos û qeyranên li Tirkiyê girêdayî hevdû nin û axaftina xwe re wiha berdewam kir: “Tirkiyê ji bo qeyrana aboriyê serdema herî dijwar de ye. Gel, her roj bi zemekê nû ve şiyar dibin. Zema KDV’ê ket sedî 20. Bêguman ev zam jî herî zêde li ser jinê bandor dike. Jinên ku hewil didin debara malê çêkin bi vê qeyranê tên peritandin. Dîsa gava em li Amedê dinêrin, hêjmarekê sedî 40 jin bêkar in. Li dijî van pirsgirêkan bêguman kar û xebatên me destpê kirin e. Ev pirsgirêkên ku em behs dikin hemû girêdayî hevdû nin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bi rêxistinên sîvîl û saziyên jinan ve çareseriyan pêş bixînin”
 
‘Li Amedê tundiya li dijî jinê tê rewakirin’
 
Ceylanê, bilêv kir ku li Amedê tundîya li dijî jinê jî her diçe zêdetir dibe û axaftina xwe wiha dirêj kir: “Li ser mijara tundiya li dijî jinê rola darazê xwedî cihekê girîng e. Ji ber ku li gorî wan divê jina ku bi tundiyê re rûbirû dimîne divê wê bi tundiyê qanîh bikin. Wekî mînak, çend roj berê jinekê ji aliyê mêrê pê re zewicandî ji şaneşînê  hate avêtin. Lê tu hêzên dewletê ji bo ewlehiya wê tiştek nakin. Jina ku xwe di ewlehiyê de nabîne, gava tundî lê tê kirin nikare biçe gilî jî bike. Li Amedê dewlet bi zanebûn mudxeleyî  tundiya li dijî jinê nake. Vê yekê hem bi gotinên xwe hem jî bi Navenda Pêşîlêgirtina Çavdêrî û Tundîya li dijî Jinê (ŞONÎM)’ pêk tîne. Hem bi polîtîkayên xwe hem jî bi daraza mêrperest tundiya li dijî jinê tê rewakirin. Di nav 10 salên dawîn de hem bi rakirina peymana Stenbolê hem jî bi hedefgirtina qanûna hêjmar 6284’ê tê xuyakirin ku ji aliyê dewletê ve li ser jinê polîtîkayek dijminane tê meşandin û ji bo pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinê bêdaxwaziyek mezin heye. Lewra li Amedê ji bo jinan gelek sazî û rêxistin hebûn. Ji ber ku dewlet tişta ku dikeve ser mile wê nedikir.  Gava dewlet berpirsiyariya xwe bi cih neyne partiyên sîyasî, sazî û rêxistinên sîvîl dikevin tevgerê. Lê desthîlatdar di polîtîkayên xwe yên li dijî jinê de ewqas bi israr e ku di sala 2016’an de bi tayînkirina qeyûman ewilî sazîyên jinan hedef girtin. Lê em ê li ser van mijaran disekinin û ji bo mezinkirin û zêdekirina sazîyên jinan bi qasî ji destê me bê em ê karê xwe bimeşînin. Em bi hev re dikarin bi ser kevin.”
 
‘Em ê hevdîtinên bi jinan re pêk bînin’
 
Ceylanê, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê bibin bersîva pirsgirêkên gel û got: “Li her herêmê pêdîvîyên gel cuda ne. Li bajaran daxwazên jinan cuda ne, li gund û taxan jî  cuda ne. Lê belê daxwazên wan ên hevpar jî ew in ku dixwazin bi ziman û nasnameyekê azad mafê xwe bidest bixin. Gel vê sîstema zordest qebûl nakin. Gava em pêdîvîyên wan ên bîçûk jî dinêrin li gundan ji giliyê wan ji bihayên gûbreye heye û ji sondajên avê jî heye ku ji vê qadên çandiniyê zirarê dibînin. Her wiha li bajaran jî  yek ji giliyên wan ew e ku li qadên îstîhdamkirinê  zêdetir mêr cih digirin. Lê em van hemû pirsgirêkan nîşe digirin û li ser wan nîqaş dikin. Jixwe bi meclîsên xwe yên jin re jî em van  mijaran tînin ziman û em ê di demên pêş de ligel civinên gel civînên jinan jî bigirin û bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.”