Runiştina nûçegîhana me Rozerîn Gultekîn hat taloqkirin

  • 22:02 11 Tîrmeh 2023
  • Hiqûq
STENBOL - Nûçegîhana me Rozerîn Gultekîn ya li Bursayê dema nûçe dişopand û hat binçavkirin, der barê wê de doz hatibû vekirin. Runtiştina wê hat dîtin û taloqê 18’ê Çileyê 2024’an hat kirin.
 
Li Bursayê di 12’ê Hezîrana 2022’an de nûçegîhana me Rozerîn Gultekîn ya çalakiya ‘li dijî siyaseta terîdê  ji bo parastina azadiyê em dimeşin Gemlîkê’ dişopand, der barêwê de bi sûcdariya ‘muxalefetê qanûna meş, civîn û xwepêşendan a hejmar 2911’an’ doz hat vekirin û duyemîn runiştina wê li 18’emîn Dadgeha Ceza Asliye a Bursayê hat dîtin.
 
Heyeta dadgehê runiştin taloqî 18’ê Çileyê 2024’an kir.