Dayikên Aştiyê beraet kirin

  • 14:52 11 Tîrmeh 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - 11 Dayikên Aştiyê û 2 rojnamegerên ku piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin, beraet kirin.
 
 Bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di 8’ê Mijdara 2018’an de greva birçîbûnê hatibû destpêkirin, Dayikên Aştiyê di 10'ê Gulana 2019'an de bi armanca piştevaniyê li Ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê çalakî li dar xistibûn û polîsan êrîşî çalakiya wan kirbû. Di êrîşa hat kirin de  11 Dayikên Aştiyê û rojnameger Îrfan Tunççelîk û Ûmît Turhan Coşkun hatibûn binçavkirin. Rûniştina dawî ya doza ku der barê 13 kesên bi îdiaya "li dijî qanûna civîn û xwepêşandanê" û "li ser navê rêxistinê bêyî ku endamê rêxistinê bin sûc kirine" li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de parêzer Erman Ozturk û Xabat Demîrcan amade bûn.
 
Dozger beraat xwest
 
Dozger di danişînê de nêrîna xwe ya li ser esasê eşkere kir û ji ber nebûna hêmanên hiqûqî yên sûc xwest kesên tên darizandin beraet bikin. Piştre parêzerên ku diyar kirin ew bi vê fikrê razî ne, daxwaza beraetê kirin.
 
beraet kirin
 
Heyeta dadgehê piştî 10 deqîqeyan navberê di rûniştina dozê de, biryara xwe eşkere kir û diyar kir ku hêmanên hiqûqî yên sûc nehatine tespîtkirin û 11 Dayikên Aştiyê û rojnameger Îrfan Tunççelîk û Ûmît Turhan Coşkun beraet kirin. Biryara qedexeyê ya derketina derve di derbarê heman kesan de jî hat rakirin.