‘Têkoşîna azadiya jinên kurd hedef tê girtin'

  • 09:04 11 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Hevseroka AVEKON'ê Esra Asiye Guden bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û qetilkirina siyasetmedarên jin ên li Parîs û Silêmaniyê û got: "Têkoşîna azadiya jinên kurd hedef tên girtin. Gelê Kurd hewl da bibe alternatîfa 3'yem û bi ser ket jî. Paradîgmaya azadiya gelan li vir bi bandor bû, hebûna Birêz Ocalan a li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ya demên borî jî bi bandor bû." 
 
Şerê li Rojhilata Navîn û êrişên Tirkiyeyê yên li ser Rojava dewam dikin. Di dema ku şer dewam dikir, Tirkiyeya ku polîtîkayên xwe yên şerê taybet jî i gelek herêm û welatan dimeşîne. Mirov dikare bêje ku gotinên nîjadperest ên li dijî Gelê Kurd û bi taybet li hemberî jinên kurd rê li ber gelek kuştinan vekir. Pêşî Nagîhan Akarsel, paşê Evîn Goyî li Parîsê û herî dawî jî Yusra Derwêş ku li Qamişloyê hatin qetilkirin…
 
Em bi Hevseroka AVEKON'ê Esra Asiye Guden re li ser polîtîkayên şerê taybet, bêdengiya navneteweyî û derbarê geşedanên dawî yên êrişa çekdarî ya 23'yê kanûna 2022'yan a li paytexta Fransa Parîsê li nêzî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hatî de axivîn.
 
* Li Parîsê em bûn şahidê du qetlîamên li dijî kurdan û jinên kurd. Van qetlîaman çi nîşan didin?
 
Komkujiya Parîsê ji bo koçberên Kurdistan yên ku li Fransa yan jî li Ewropayê dijîn, encamên pir giran derketin holê, ji ber ku Parîs cara duyemîn bi qetlîama jinên kurd û bi qetlîama kurdan hat ceribandin. Piştî qetilkirina rêhevalên me Sakîne Cansiz, Leyla û Fîdan, di kanûna borî de cara duyemîn Evîn Goyî û du rêhevalên me hatin qetilkirin. Em difikirin ku dewleta Fransa di her du komkujiyan de bi Dewleta Tirk a faşîst û MÎT'ê re hevkarî û bazariyên qirêj dike. Yek ji wan ji aliyê faşîstekî nîjadperest ve, ya din jî ji aliyê faşîstekî Tirkiyeyê ve hat kirin, lê bi awayekî eşkere armanc qirkirina kurdan û paşvexistina Têkoşîna Azadiya Kurd û Têkoşîna Jinên Kurd a li ser vê yekê bû. Dema Sakîne û hevalên din hatin qetilkirin pêvajoya muzakereyan bû û armanca van sabotekirina muzakerayan bû.
 
* Di komkujiya kanûna borî de li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê pêk hat de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di derbarê vê bûyerê de geşedanên dawî çi ne, di lêpirsînê de pêşketin heye?
 
Faşîstekî bi temen mezin ji girtîgehê derketibû, piştî qetlîamê zû hat binçavkirin û hat girtin. Pêşî, di çapameniyê de nîqaşên "kesekî dîn e" hatin kirin, lê ev nîqaş bi ser neketin. Zextên raya giştî û têkoşîna li kolanan a kurdistaniyên ku ji bakur hatî û li Ewropayê dijîn derbarê girtina kujer de rol lîst. Dosyaya lêpisînê devrê dadgeriyê hat kirin.  Divê pêvajo ji dadgeriya lêpirsînê derkeve û darizandin dest pê bike. Lê belê ne diyar e ku doz dê kengê dest pê bike. Kujer niha jî girtî ye. Ev qetlîam bi zanetî hatiye kirin û êrişeke zanetî ye. Ligel vê rewşa heyî niha li Ewropa û Fransayê li hemberî penaberên  kurdistaniyên ji bakur hatî êriş hene. Li hemberî hevserokên me yên konfedarasyonê û yên berê û yên niha êrişek heye û karê wan krîmînalîze dikin. Li hemberî komeleyên koçberiyê û komeleyên elewî polîtîkayên êrişkar tê meşandin. Piştî qetlîama li hemberî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya gelek êriş pêk hatin. Endamekî SADAT'ê êriş bir ser navêndê û çend polîs ewlehiya navendê digire jî êriş pêk tên. Rejîma qesrê û dewletên emperyalîst ên ewropayê kurdan yek car dikin kurban û li ser kurdan bazariyên qirêj dikin. 
 
 *Sakîne Cansiz, Nagîhan Akarsel, Evîn Goyî û herî dawî Hevseroka Kantona Qamişlo ya Rojava hatin qetilkirin. Li ser van hemû êrişên ku li gelek welatan tên kirin hûn çi difikirin? Çima jinên kurd dibin hedef?
 
Li hemberî nûnerên siyasetê û kesên pêşeng hem suîkast û hem jî êriş didomin. Ne tenê li Ewropayê li Rojava jî heman êriş û suîkast pêk tên. Piştî Evîn Goyî hat qetilkirin di demek kurt de li Rojava Zekî Gurbuz, Ozgur Namoglu wek bi nasnameyên şoreşger û komînist dihatin nasîn hatin qetilkirin. Demên borî jî bi balafirên bê mirov ên bi çek êriş pêk anîn. Li Parîsê jinên kurd hedef hatin girtin, Nagîhan li Silêmaniyê hedef girtin. Diyar e ku xeta azadiya jinên kurd hedef tê girtin. Hevseroka Kantona Qamişlo li Rojava hat hedef girtin. Jinên ku di nava têkoşîna azadiya jinê de cih digirin û jinên ku pêşeng in tên hedef girtin. Dixwazin têkoşîna azadiya jinê bêbandor bikin. Lê belê hemû jinên têkoşer vîna xwe danî holê û tu carî teslîm nebûn. Di nav 20 salên dawiyê ya rejîma AKP-MHP'ê de me hemû polîtîkayên ku li hemberî jinan hatî meşadin me dît, me têkoşîna jinan a li kolanan jî dît. 
 
*Hûn polîtîkayên qetlîamker ên Tirkiyeyê ji sînorên xwe derbas dibe û li her derê tê jiyîn û hêzên navneteweyî rê didin vê yekê çawa dibînin? Li pişt vê bêdengî û hevkariyê çi heye?
 
Dema li Rojava êriş pêk tê em karbendiya dewletan dibînin. Herî dawiyê di hevdîtina Astanayê de jî me dît. Emperyalîstan bi taybetî jî li hemberî Rojava, li hemberî rêveberiya gelan fikr û ramanên xwe di biryarên girtî de anîn ziman. Bi aşkereye ku polîtîkayên şer û êriş giredayî siyaseta emperyalîstan û Dewleta Tirk e. Me di şerê li hemberî Efrîn û Serê Kanî de dît; Rûsya û Amerîka qada hewayê vekir û rê li ber êrişan vêkir. Demên borî de derbarê girtina rêya hewayê çalakiyên mezin hebû û daxwaz hatin kirin. Lê belê bi hevdîtina Dewleta Tirk ev daxwaz nehat bi cih nehat. Biryarên ku di civîna Astanayê de derketin holê tê wateya nenasîna statuya Rajava ye. Nenasîna kurd û nenasîna têkoşîna kurd e. Naxwazin vîna kurdan, şoreşa rojava nas bikin. Êrişên li hemberî Kobanê, suîkastên ku pêk tê tê wateya naveroka civîna Astana yê. Dewlemendiya binerd û seredê ya Rojhilata navîn dikin bazar. Lê belê têkoşîna Gelê Kurd ji bo hemû gelan dibe xeta hêviyê û ev têkoşîn bûye disa wan. 
 
*Berxwedan û têkoşîna jinê ya ku li Rojava dest pê kir ji bo kurdan û tevahiya Rojhilata Navîn çi girîng e?
 
8 û 10 sal beriya niha gelek serhildanên gel pêk hatin. Serhildana Rojhilata Navîn, nîşaneya li dijî bindestiyê bû. Lê belê ne rêveber dikarî birêvebibin. Her wiha welatî, karker û kedkar bindestî û kedxwariya ku heyî qebûl nedikir. Serhildana ku pêl pêl mezin dibû veguherî têkoşînê, lê belê di vê pêvajoyê de şoreşek pêk nehat. Ji ber kêmasiya rêvbertiyê ev pêvajoya şoreşê pêk nehat û gel paşve gav avêt. Li Sûriyeyê rejîma Esadê nekarî rêvbertiyê bike, li vir di dema berxwedan gel de Gelê Kurd ji bo gelên Rojava xwestin bibin alternatîfa 3'yem û bi ser ketin jî. Hebûna Birêz Ocalan a demên borî ya li Sûriyê û Rojhilata Navîn bi bandor bû. Bi tercîhkirina alternatîfa 3'yem, tevlîbûna sosyalîst, komunîstan a serhildan û berxwedana Rojava zêdetir kir. Bingeha têkoşînê mezin kir. Wek MLK û rêxistinên din berê xwe dan Rojava. Şoreşa ku li Rojava pêk hat, bû hêviya gelên Rojhilata Navîn. Rêya ku divê bê meşandin hat nîşandan. Rêveberiya bi vîna xwe, rêbaza rêveberiya li dijî emperyalîzmê bû tecrûbeyeke mezin."