Parêzer Gulhan Kaya: Dema derkevim ez ê ji cihê mayî dewam bikin

  • 09:05 10 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Marta Somek
 
STENBOL - Endama OHD û EHB’ê parêzer Gulhan Kaya ku faliyetên wê yên pîşeyî û betlana ku kiribû sûc hat hesibandin û hat girtin wiha got: “Pîşeya min kirine sûc. Lê ez ser bilind im. Dibêjin çima tu çûyî li girtîgehê bi muvekîlên xwe re hatiyî cem hev. Ez dibêjim ku ez divê zêdetir biçim hevdîtina wan. Ew dibêjin terorîst. Lê ez dibêjim ku ez derkevim ji cihê mayî êz ê dewam bikim.”
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB)  parêzer Gulhan Kaya û parêzer Mustafa Taylan Savran di 10’ê Hezîranê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û girtin.
 
Ji hevpîşeyên wê bang
 
Tora Piştevaniya Parêzvanên Mafên Mirovan (ÎHSDA) û 20 rêxistinên hiqûqê  der barê girtina Glhanê de di 27’ê hezîranê de metnek hevpar a çapemeniyê weşandin û di metnê de hat diyar kirin ku divê demildest Gulhanê bê berdan û got wê li dijî dijhiqûqiyan tu carî dest ji têkoşînê bernedin.
 
Gulhan ku ji 12’ê hezîranê de ye girtiye ji girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvriyê pirsên JINNEWS’ê bersivand.
 
*Beriya her tiştî rewşa we çawa ye?
 
Ez cejna we ya derbasbuyî pîroz dikim. Ez we her yekê wek hevalê xwe yê xebatê dibînim. Hun li vir jî ligel min in. Ez spas dikim. Tenduristiya min pir başe. Tu pirsgirêk tune ye. Ji bilî girtina min. Bêyî hincet hatim girtin. Ji ber vê bi hêrs im. Ev pêşî li enerjî û kêfa min digire. Yên min ji nêz ve nas dikin dizanin.
 
*Bi hincetên faliyetên pîşeyî hun hatin girtin. Di pêvajoyê de hun bi kîjan sûcdariyan re hatin rû hev?
 
Di 9’ê hezîranê de li Îzmîrê hatim binçavkirin û min anîn Stenbolê.  Min nizanibû der barê min de lêpirsîn heye. Agahiya min hebûya ez diçûm îfadê. Lê dozger binçavkirina min tercih kir. Ji ber wek rêbaza cezakirinê vê bi kar tînin. Sê rojan di binçavande mam. Piştre hatim girtin. 15 sale û ez her roj li edliyê me. Dozgerê biryara girtina min da jî baş dizane. Ez bi xemgînî dibêjim ku endamên darazê jî ji aliyê dethilatdariyê ve tên bikaranîn.
 
Betlane jî sûc tê hesibandin
 
Xebata di Buroya Hiquqê ya Bindestan de jî sûc hatiye nîşandan. Dozên em ketinê, serdanên muvekîlan, axaftina bi muvekîlan re, hevdîtinên telefonan, rêwitiya bi balafirê û heta betlane jî sûc hatine hesibandin.
 
Xwe dispêrin îfadeyên şahidan
 
Îfadeyên du şahidan der barê mind e hene. Ji ‘poşmaniya bi bandor’ fêde girtine. Ji bo xwe xilas bike  bi derewan her kes sûcdar kirine van her du bêahlaqan. Ji bo xwe xilas bikin îmze avêtine. 
 
*Desthilatdarî her cara dikeve tengezariyê êrîş dike? Li gorî we sedema van êrîşan çi ye?
 
 Desthilatdariya AKP’ê wek duh îro jî ji bo parastina hebûna xwe êrîşê muxalefetê dike. Hilbijartin qezenc kiribin jî piraniyê gotiye ‘na’. Bi van êrîşan dixwazin dengê wan biçewisînin. Erdogan wek rêbaza hesabpirsînê dîsa darazê bi kar tîne.  Ji van êrîşan parêzeran jî para xwe girt. Gele hevpîşeyên me hatin binçavkirin û girtin. Ez jî yek ji van im.
 
*ji jinên hatine qetilkirin heta malbatên Pirûsê hun ligel kesên mafên wan hatine binpêkirin bûn. Di vê nokteyê de hun çi dibêjin?
 
Bersiva vê pirsê di nava buroya têde dixebitim de veşartî ye. Navê buroyê Buroya Hiqûqê ya Bindestan e. Dem wisa be têkoşîna maf li ku be hun wê tercîh dikin. Nav van de malbatên Pirûsê jî hene. Malbatê jinên hatine qetilkirin jî hene. Me bi topyekun parêzeriya bindestan kir. Em dikin û berdewam dikin.
 
*Hun wek parêzerek girtî dixwazin çi bêjin?
 
Ez ji qada xwe bersivê bidim vê pirsê. Desthilatdarî bi her awayî êrîşê parêzer û pîşeya parêzeriyê dike. Ev ne tenê girti ne, hewl didin ku pîşeyê bînin asta ku em nikaribin kar bikin. Hiqûqnas bi rêxistinbûnek xurt li pêş vê sekinin.
 
*Herî dawî tiştekî hun bêjin hene?
 
 Ez spasiyên xwe ji bo hemû hevpîşe, saziyên hiqûqê, muwekîlên xwe, heval û malbata xwe dikim. Pîşeya min kirine sûc. Lê ez ser bilind im. Dibêjin çima tu çûyî li girtîgehê bi muvekîlên xwe re hatiyî cem hev. Ez dibêjim ku ez divê zêdetir biçim hevdîtina wan. Ew dibêjin terorîst. Lê ez dibêjim ku ez derkevim ji cihê maye ez ê berdewam bikim.