Ji dadgehê biryara ‘îfadeyên gumanar ji bo sivikkirina sûc e’

  • 09:04 10 Tîrmeh 2023
  • Hiqûq
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Erkan Tartuk jina bi navê Şule Akdenîz ku pê re di asta destberdanê debû qetil kiribû. Di biryara bi hinceta ya cezayê li Erkan Tartuk hatiye birîn,  îfadeyên gumanbar wek ‘parastineke der barê sivikirina sûc û ji sûc xilas bûn’ hat nirxandin. 
 
Di 19’ê Gulana 2022’an de li Yenîşehîr a Amedê mêrê bi navê Erkan Tartuk jina bi navê Şule Akdenîz ya pê re di asta destberdanê de bû qetil kir. Guman bar piştî bûyerê reviya û 20’ê Gulana 2022’yan de hat binçavkirin û ji sûcê ‘ji qestî hevjîn kuştin’ hat girtin. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve îdaname hat amadekirin. Îdianame ji aliyê 7’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û heyeta dadgehê di duyemîn rûniştina dozê ya di 13’yê Hezîranê de hat dîtin bêyî ji gumanbar re ceza danîne, ceza birî.
 
Tundiya sîstematîk
 
Di îdianameyê de hat diyar kirin ku Şule di 2021’ê de bi gumanbar re zewiciye û tu carê lihev nekirine, malbatê di her carê de ketiye navberê û ew li hev anîne. Hat diyar kirin ku beriya bûyerê gumanbar û Şule bar dikin Mêrsînê, piştre Şule vedigere Amedê û gumanbar jî di 15’ê Gulanê de tê Amedê. Di îdianameyê de hat diyar kirin ku gumanbar peyamên tehdîdê şandiye ji Şuleyê re û hat gotin ku gumanbar di îfadeyên xwe de hewl daye ku sûcdar neyê dîtin.
 
Dozger îfadeyên şahidan, girteka cihê bûyerê, raporên krîmînal, encama otopsiyê û hemû dosya li ber çavan girt û ji sûcê ‘ji qestî hevjîn kuştin’ xwest gumanbar bê cezakirin.
 
Ceza danexist
 
Îdianame ji aliyê 7’emîn Dadgeha Ceza Giran a Amedê ve hat qebûlkirin û rûniştina yekemîn 8’ê Hezîranê de hat dîtin. Merciya îdiayê runiştina ewil de xwest ji sûcê ‘ji qestî hevjÎn kuştin’ gumanbar bê cezakirin. Di rûniştina duyem a 13’yê Hezîranê de heyeta dadgehê ji sûcê ‘ji qestî hevjîn kuştin’ cezayê muebeta giran da û ceza danexist.
 
Heyeta dadgehê piştî rûniştinê biryara bi hincet aşkera kir. Di biryarê de berfirehiya bûyerê cih girt û wiha hat gotin: “Hemû delîl, girtek, rapor, dîmenên kamerayê, parastina gumanbar, îfadeyên şahidan, peyam, raporên krîmînal û hemû berfirehiya dosyayê li ber çavan hatiye girtin; Gumanbar roja bûyerê tê mala ku maktul lê ye û tenê dimîne û sûcê ji ‘qestî kes kuştinê’ sûc kiriye û bi cezayê muebetê hatiye cezakirin.  Ji ber vê jî parastina gumanbar ya ku îdia dike ku ji terza jiyana hevjîna xwe nerehete, ji bo sivikirina sûc û ji sûc xilasbûnê, kiriye.  Îfadeyên gumanbar ji bo sivikirina sûc e. Ji ber vê jî biryara berdewama girtina gumanbar jî hatiye dayîn.”