Qeyûman bi dijminahiya li hember jinê di dîrokê de cihê xwe girtin

  • 09:02 10 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Li Kurdistanê bi tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên HDP’ê herî zêde destkeftiyên jinan hedef hatin girtin û bi dijminahiya li hember jinan di dîrokê de cihê xwe girtin.
 
Di navbera salên 2016-2019’an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji bo şaredariyên ku HDP û DBP’ê bi dest xistibûn qeyûm hatin tayÎnkirin û çawa qeyûm hatin ewil êrîşî destkeftiyên jinan kirin.
 
Hedefa ewil jin bûn
 
Di 2016’an de bi OHAL’ê re KHK hatin derxistin û bi KHK’yan qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Di 11’ê îlona 2016’an de ji bo sê şaredariyên bajarên mezin,  10 bajar û 62 navçe û 22 bajarokan bi giştî 95 şaerdariyên DBP’ê qeyûm hatin tayÎnkirin. Bi tayînkirina qeyûman re hevşaredar ji peywirê hatin girtin, endamên meclîsan hatin binçavkirin, girtin û ji pewyirê hatin durxistin. Bi qeyûman re ewil destkeftiyên jinan hedef hatin girtin.
 
Qeyûmên tayîn bûn 4 stargehên jinan yên girêdayê şaredarieya Wan, Baglar a Amedê û Akdenîz a Mersînê girtin. Jin bê alternatîf hiştin û terkî tundiyê kirin.
 
Dijminê her tiştê der barê jinê ne
 
Malên Cilşoyê, Malên Tenûrê yên şaredariyê ku ji bo îstîhdama jinan vekirî bûn hatin girtin. Bazar, serayên organîk, parqên jina, tesîsên sporê û saziyên din ên jinan hatin girtin. Dîsa kreşên zarokan û Zarokîstan ya bi Kurdî perwerde dida hat giritn.
 
Di 2019’an jî heman pêkanîn
 
Di 2019’an de jî di hilbijartinên herêmî de gel îradeya xwe tercîh kir. Lê dîsa qeyûm hatin tayînkirin. Ji 65 şaredariyên HDP’ê tenê 6 heb man. Polîtîkayên dijminê jinê di 2019’an de jî berdewam kirin.
 
Saziyên ji aliyê qeyûman ve hatin girtin wihane:Navenda Pêkanîn û Lêkolînê ya Pirsgirêkê Jinan a Serokatiya Şaredariya BAjarê Mezin a Amedê (DİKASUM), Navenda Jinan a Ekîn Ceren a Peyasê, Navenda Jinan a Amîda a Şaredariya Sûrê, Navenda Jinan a Roza ya Şaredariya Yenîşehîrê, Navenda Jinan a Jînwar a Şaredariya Çinarê, Navenda Jinan a Meya ya şaredariya Farqînê, Navenda Jinan a Nûjiyan ya şaredariya Licê, Navenda Jinan a Zozan Eren ya şaredariya Pasûrê, Navenda Jinan a şaredariya Hênê, Navenda Nûjiyan a şaredariya Bismilê, Navenda Jinan a Selîsê ya şaredariya Êlihê, Atloya Jinan a Hevî,  Navenda Jinan a Dîlan a Bedlîsê, Navenda Jinan a Arîn ya şaredariya Mêrdînê, Navenda Nuda a şaredariya Qoserê, Navenda Gulşîlav a şaredariya Nisêbînê, Navenda Rewşen a şaredariya Şemrexê, Navenda Çîçek a Kerboranê, Navenda Peljîn a şaredariya Dêrikê, Navenda Jinan a Zahîde ya Şirnexê, Navenda Jinan a Sitiya Zîn a Cizîrê, Navenda Viyan a Şaredariya Sîlopiyê, Navenda Jinan a Berjîn Amara ya  Wêranşarê, Navenda Jinan a Sara ya Xelfetiyê, Navenda Rojîn a Şaredariya Wanê, Navenda Jinan a Maya ya Îpekyolu ya Wanê, Mala Piştevaniya Jİnan  a Erdîşê, Na venda Jiyanê ya Mîksê, Navenda Bînevş a Colemêrgê, Navenda Jinan a Berwar a Çelê, Navenda Nûjîn a Şemzînanê, Navenda Sema Yuce a Bazidê, navenda Jinan a Berfîn a Sêrtê, Navenda Arîn  a Jinan a Hawêlê, Navenda Jinan a Savuşka a Gimgimê, Navenda Jinan a Jiyan a Dêrsîmê Navenda, Navenda Jinan a Îştar a Akdenîzê.
 
Qadên jinan yên hatin girtin û midûrên hatin tayînkirin wiha ne:
 
"*Seroka Daîreya Jinan a Şaredariya Mêrdînê ji peywirê hat girtin ji karmendiyê hat avêtin. 
 
*Ji bo Seroaktiya Daîreya Ciwan û Jinan a Şaredariya Mêrdînê midûrê mêr hat tayînkirin.
 
*Xeta Alo Tundî ya Şaredariya Mêrdînê hat girtin. Xebatên bazara taxê ya jinan hat rakirin.
 
*Navenda Jinan a Gulşîlav ku hat valakirin bê bandor hat hiştin.
 
*Ji bo Midûriyeta Xizmetên Malbat û Jinê ya şaredariya Êlihê midûrê mêr hat tayînkirin. Piştî bertekan dîsa midûra jin hat tayînkirin. 
 
Civaknasa Selîsê li Midûriyeta Park û Baxçeyan hat bicihkirin.
 
*Qeyûmê tayînê şaredariya bajarê mezin a Amedê bû dest danî ser wesayîta ji futbolîstên jin yên Amedsporê re hatiye veqetandin.
 
*Navenda Şêwirmendiya Jinan a Sûrê di 20’ê Mijdara 2019’an de bi navê Navenda Şêwirmendiya Amîda Jin hat avakirin. Lê Qeyûmê tayÎn bû rojek şûnde peywirdara jin ji peywirê dur xist.
 
 *Li Bismilê Koperatîfa jinan hat girtin.
 
*Qeyûm Navenda Jiyan a Jinê û Navenda Şêwirmendiya Jinan a Berfîn a Sêrtê girt. Xebatkarên jin pewyirê dur xist.
 
*Li Wanê midûra di serokatiya dîreya polîtîkayên jinan de dixebitî û 11 xebatkarên jin ji peywirê girt.
 
*Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Amedê hat binçavkirin û ji peywirê hat durxistin. Gelek jin ji peywirê hatin girtin. 
 
*Li Erdîşê Navenda Jiyanê ya Jinan hat girtin.
 
*Li Qelqeliyê xebatên serayê ya ji bo îstîhdama jinan hat sekinandin. Navenda Çanda Jinan a Çilkezî hat girtin.
 
*Li Sêrtê qeyûm 20 donim erdê ku jinan çandiniya organîk lê kiribû wek xebatên xwe nîşan da.
 
* Li Bêgiriya wAnê Pirtûkxana Ayşe Şan a Jinê û Mîvanxane hat girtin.
 
*Mala Bîhnvedanê ya Jinan  a Gogsî ya Erziromê hat girtin.
 
*Li Qersê navê Cafeya Mor  wek Kafeya Turkuaz û navê Xeta Mor jî wek Xeta Piştevaniya Jinê hat guhertin."