Kesên hatin binçavkirin hatin berdan

  • 21:44 9 Tîrmeh 2023
  • Rojane
EDENE - 18 kesên li Edeneyê ku xwestin daxuyaniyê bidin hatin binçavkirin, hatin berdan.
 
Komîteya Hefteya Rumetê ya LGBTÎ li Edeneyê xwest daxuyaniyê bide. Polîsan êrîş kir û nav de parêzer jî hene 18 kes bi derbkirinê hatin binçavkirin. Nav de hevseroka HDP’ê a Edenê Helîn Kaya, parêzer Zelal Demîray, Umay Buyukdag û Baran Taygun Metîn jî heye 18 kes  ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û birin Şaxa Midûriyeta Emeniya Edenê.
 
Parêzeran îfadedayîn red kirin û piştre bi şerta li dozgeriyê îfadê bidin hatin berdan.  15 kes jî li emniyetê kar û barê der barê wan de hatin kirin û hatin berdan.