'Redkirina edaletê şerê li dijî gerdûnê ye'

  • 15:21 9 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
RIHA - Emîne Şenyaşar Nobeda Edaletê di roja xwe 839'an de berdewam dike. Di peyama malbata Şenyaşar de wiha hat gotin: “Kiryar û teşwîqkar hê jî nehatine girtin.”
 
Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, li ber deriyê Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn berdevam dike.
 
Emîne Şenyaşar ji ber ku edliye dawiya hefteyê girtî bû di roja 839'an de Nobeda xwe ya Edaletê li mala xwe a Pirsûsê dewam kir. Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Twîtterê ev daxuyanî parve kirin: “Redkirina edaletê di esasê xwe de şerê li dijî gerdûnê ye. Sûcê mirovahiyê heye. Kiryar  û teşwîqkar hê jî nehatine girtin… Edaleta ku em lê digerin ji bo her kesî ye.”