Mujde Çoku ya hat tahliyekirin binpêkirinên mafan vegot

  • 09:03 9 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Mujde Çoku ya ji girtîgeha Jinan a Amedê hat tahliyekirin diyar kir ku tecrîd li girtîgehan belav bûye, girtiyên nexweş nayên dermankirin û bi kamerayan tên şopandin. Mujdeyê da zanîn ku tecrîd tundiyê zêde dike, bandor li aboriyê dike û têkçûna ahlaq û civakî jî bixwe re tîne ûgot divê demildest tecrîd bidawî be.
 
Tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan û hemû aliyên civakê kiriye. Li girtîgehan binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Mujde Çoku ku divê di 1’ê Çileyê 2023’yan de bihata tahliyekirin ji aliyê Lijneya Şopandin û Îdarî ve tahliyeya wê 6 mehan hat taloqkirin û di 27’ê Hezîranê de ji girtîgeha Jinan a Amedê hat tahliyekirin. 
 
‘Mirov diqot qey pandemî ji bo girankirina tecrîdê derketiye’
 
Mujdeyê da zanîn ku tecrîd di dema pandemiyê de zêdetir bûye û wiha got: “Mirov digot qey pandemî ji bo girankirina tecrîdê derketiye. Hemû mafên me ji destê me hatin girtin. Qadên hevpar hatin rakirin. Aktîvîteyên civakî hatin rakirin. Hevdîtinên telefonan hebûn ew jî rakirin û kabîn kirin koxuşan. Nehiştin em derkevin korîdoran.”
 
‘Lijne dixwaze me dîsa ceza bike’
 
Mujde balkişand ser rapor û helwesta Lijneya Şopandin û Îdarî û wiha axivî: "Hemû însiyatîf bi dozgerê girtîgehê yê di lijneyê de cih digire de ye. Ji xwe em li dadgehan hatine darizandin, ceza li me hatiye birîn. Lê ev lijne dixwaze me ji nûve bidarizîne. Poşmaniyê ferz dikin. Ger em poşman bûna me yê li dadgehan bigota em poşman in. Ewil psîkolog yên lijneyê gazî me dikin. Têkiliyên malbatê dipirsin. Pirsên wekê ‘navbera we û malbata we çawaye? Sûcê we çiye? Hûn çi ji hatine darizandin? Hûn derkevin hûnê çi bikin? Hûnê heman karî bikin?’ pirs dikin. Em ne sûcdar in, çima van pirsan dikin. Em ji bo aştiya gel dixebitin. Lê ew vê sûc dihesibînin.”
 
‘Keseke jiyana xwe daye ser têkoşînê çima poşman be’
 
Mujdeyê her wiha bi lêv kir ku lijne bi polîtîka netahliyekirinê dixwaze girtiyan dîl bigire û hincetên 6 meh dirêjkirina tahliyeyê jî wiha rêz kir: “Ji ber em ji koxuşa siyasî dernakevin, em  poşmaniyê qebûl nakin em nayê berdan. Dixwazin îradeya me bişkînin. Lê nikarin îradeya me bişkînin. Mirov her diçin xurt dibin. Mirovekî ku jiyana xwe dabe ser têkoşînê çima bêje ez poşmanim? Li girtîgehan gelek binpêkirin tên jiyîn. Girtî di alî aborî de zehmetiyên mezin dikşînin. Bihayên kantînan pir zêde ne. Ji ber bihabûnê kes nikare vîtamînan jî bigire.”
 
‘Girtîgeh nexweşiyan çêdike’
 
Mujdeyê, destnîşan kir ku li girtîgehê nexweşî peyda dibin, heval naxwazin biçin nexweşxaneyan û wiha domand: “Pêkanîna sê kelepçeyê pêk dianîn. Du heb li me dixistin ya din jî li ya xwe dixistin û em pey xwe kaş dikirin. Ji ber vê hevalan nedixwest biçin nexweşxaneyan. Yên saxlem diçûn nexweşanê nexweş derdikevin. Hinek berhemên ku girtî divê ji kantînan bigirin hene. Lê biha pir zêde ne. Li girtîgeha em lê diman gelek hevalên nexweş hebûn. Hema hema li qadê hevalên ne nexweş tunebûn. Semîre Dîrekçî 27 sale girtiye û 9 ameliyet derbas kiriye. Rewşa wê pir cidiye. Gelek hevalên bi vî rengî hene. Lê tevî hemû serlêdanan ji bo daxwazên xwe em tu encamê nagirin.”
 
‘Têkçûnê bixwe re tîne’
 
Mujdeyê balkişand ser tecrîda pir alî ya li girtîgehan û got: “Tecrîd bandor li aboriyê dike, tundiyê zêde dike û têkçûna ahlaqî û civakî bixwe re tîne. Bandor li psîkolojiya civak û mirovan dike. Divê tecrîd demildest bidawî be. Dibêjin li Tirkiyeyê demokrasî heye. Li gorî kê li gorî çi? Çima em vê nabînin. Divê ev tecrîd demildest bidawî be şer û tundî bidawî be. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Ev mifte li bendê vebûnê ye. Em aştî û aramiyê dixwazin. Polîtîkayên newekheviyê bi Tirkiyeyê didin windakirin. Tecrîd û şer bandorek mezin li ser girtîgehan dike.”
 
Mujde Çoku kî ye?
 
Di 2011’an de bi îdiaya endamtiya rêxistinê hat girtin. 6 mehan girtî ma û hat berdan. Di Tîrmeha 2018’an de ji heman dosyayê 5 sal ceza hat erêkirin û hat girtin, birin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. 3 meh şûnde surgunê girtîgeha Jinan a Amedê kirin. Di 1’ê Çileyê 2023’yan de divê bihata tahliyekirin lê lijneyê poşmanî lê ferz kir, ji ber vê nehat berdan. Mujde di 27’ê hezîranê de hat berdan.