ÎHD'ya Çanakkaleyê piştgirî da Dayikên Şemiyê

  • 16:36 8 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
ÇANAKKALE - Şaxa ÎHD'ê ya Çanakkaleyê ku têkildarî binçavkirina Dayikên Şemiyê yên 14 hefte ye bi paş kelepçekirî  daxuyanî da, got, "Em li dijî astengkirina Dayikên Şemiyê yên li tevahiya Tirkiyeyê bi taybet parêzvanên mafên mirovan radiwestin. Li Çanakkaleyê em ê li kêleka vê têkoşînê û bi heman biryardariyê têkoşîna xwe bidomînin. Em bêdeng namînin."
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Çanakkaleyê, têkildarî binçavkirina Dayikên Şemiyê ku 14 hefteye li gel  biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) got, "destûrnedayîna eqûbeta xizmê xwe pirsîn binpêkirine" ji piştve tên kelepçekirin û tên keçepçekirin û binçavkirin de daxuyanî da.
 
Pankarta 'Dayikên Şemiyê li vir in' hate vekirin
 
Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Çanakkaleyê Zîlan Leventoglû, Rêveberê ÎHD'ê Burak Akay û gelek parêzer û parêzvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta "Dayikên Şemiyê li vir in" hat vekirin. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Çanakkaleyê Zîlan Leventoglû metna daxuyaniyê ya bi sernavê "Dengê me îtîraza gel a li dijî zilm û mêtingeriyê ye, em ê bêdeng nemînin" xwend.
 
Qedexeyên 'kêfî' yên Qeymeqamê Beyoglûyê!
 
Zîlanê bal kişand ser bêhiqûqiyê û wiha got: “Hevalên me Dayikên Şemiyê û xizmên wendayan 14 hefte ne ji ber ku dixwazin mafê xwe yê kombûnê û daxuyaniya çapemeniyê bi kar bînin, bi astengî û binçavkirinan re rû bi rû ne." Zîlan biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bi bîr xist û got, "Piştî biryarên xwe yên têkildarî qedexeya Galatasarayê de, astengkirina 'Dayikên Şemiyê binpêkirina mafan e, divê binpêkirin ji holê bê rakirin  Lê Qeymeqamtiya Beyoglûyê biryarên kêfî dide."
 
'Dê têkoşîn bidome'
 
Zîlanê bi van gotinan peyama hevgirtinê da: "Em bi taybetî parazvanên mafên mirovan ên li Çanakkaleyê, li dijî astengkirina Dayikên Şemiyê Lêgerîna li windayên xwe, xwestina aqûbeta wan daxwazeke adîlane ye. Em ê ji bo  windahiyên xwe, têkoşîna dedaletê bidomînin. Dengê me îtîraza gel a li dijî zilm û mêtingeriyê ye. Em  bêdeng namînin."
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.