Bal kişandin ser rewşa 4 girtiyên nexweş

  • 16:28 8 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
 ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 461’emîn de kom bûn û bal kişandin ser rewşa Rihan Kavak Ozbek, Selver Yildirim û Pinar Tîkît.
  
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 461’emîn de li ber avahiya ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin.
 
 Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û da zanîn ku girtiyên nexweş bi binpêkirinên mafan ên cidî re rû bi rû dimînin û nikarin xwe bigihînin mafê xwe yê tedawî û tenduristiyê. 
 
Nûray, anî ziman ku li gorî lîsteya wan 651 girtî jê rewşa wan xedar e û bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û tevî hemû serlêdan, nerazîbûn û israra berdanê jî lê bi israr nayên berdan. 
 
Nûray, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan û got di serî de girtiya nexweş Ozge Ozbek rewşa wê nebaş e û ji ber ûr di serê Ozge Ozbek de ye rewşa wê her diçe xerabtir dibe. 
 
Nûray Çevîrmen anî ziman ku Rihan Kavak Ozbek, Selver Yildirim, Pinar Tîkît jî li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin û rewşa tenduristiya wan nebaş e û xwest tedawiya girtiyên nexweş bê kirin û bêyî derengî bikeve hemû girtiyên nexweş bên berdan.