Dayikên Şemiyê: Em dev ji Qada Galatasarayê bernadin

  • 14:18 8 Tîrmeh 2023
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê tevî astengî û dorpêça polîsan jî çûn Qada Galatasarayê. Ligel binçavkirina 18 kesan, Dayik û Mirovên Şemiyê peyama "Ligel zilmê em ê têkoşîna xwe bidomînin" dan. 
 
Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 954’emîn de  çalakiya xwe berdewam kirin. Dayik û Mirovên Şemiyê tevî astengî û dorpêçkirina Qada Galatasarayê jî di hefteya 14’emîn de meşiyan qadê. Li gel ku Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê Qada Galatasarayê de biryara binpêkirina maf daye jî lê polîs destûrê nadin Dayikên Şemiyê ku çalakiya xwe li dar bixin. Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan tevî hemû astengiyan jî çalakiya xwe didomînin. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Oya Ersoy, parêzvanên mafên mirovan, Parlamenterên CHP'ê û TÎP'ê û gelek kes ji bo piştevaniyê tevlî çalakiyê bûn. 
 
Ligel astengiya polîsan, dayikan di çalakiya xwe de israr kirin. Polîsan demildest dora çalakvanan dorpêç kir. Di dorpêçê de birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç axivî û bertek nîşanda û got: "28 sal in bi israr çalakiya xwe didomînin. Me xwest em bên Qada Galatasarayê. Lê tişta ku dikin li holê ye. Bi kelepçeyan me binçav dikin. Têkoşîna bi rûmet a ku 28 sal in didome, hezar sal jî derbas bibe em ê bidomînin. Ligel zilmê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Polîsan 18 kesan binçav kir. Sezgîn Tanrikulu û Ahmet Şik xwestin kêliya binçavkirinê daxuyanî bidin lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan her du parlamenteran kirin dorpêçê û rojnamevanên xwestin dîmen û wêneyan bigirin lêdan xwarin. Nûçegihana Cem TV Dîlan Şîmşek ji ber lêdana polîsan ket erdê. Polîsek jî destê xwe xist qirika nûçegihanê Arti TV'yê Umut Taştan û şidand. 
  
Navên kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: Hanîfe Yildiz, Îkbal Eren, Mîkaîl Kirbayir, Masîde Ocak, Besna Tosûn, Hasan Karakoç, Alî Tosûn, Eren Keskîn, Leman Yurtsever, Cuneyt Yilmaz, Oya Ersoy, Gulendam Ozdemîr, Nîmet Tanrikulu, Umît Bîçer, Hayrettîn Pîşkîn, Ezgî Çetîn, Şîfa Nûr Çetîn, Omer Kavran.