Rojnameger Nazîla Maroofiyan careke din hat girtin

  • 13:00 8 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Nazîla Maroofiyan a ku bi bavê Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin re hevpeyvîn kir, careke din hat girtin.
 
Rojnameger Nazîla Maroofiyan a ku bi bavê Jîna Emînî ya ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû qetilkirin re hevpeyvîn kir, carek din hat girtin.
 
Der barê Rojnamevana ji ber hevpeyvîna ku bi bavê Jîna Emînî re kiribû, bi hinceta “li dijî rejîmê” xebata propagandayê û “ji bo nerehetkirina raya giştî belavkirina agahiyên derew” hatiye cezakirin û demeke dirêj li Girtîgeha Êvînê hat ragirtin de, biryar hat dayîn. Ji Nazîla Maroofiyan re 2 sal cezayê girtîgehê û 15 mîlyon tumen cezayê perê hate dayin.
 
Rojnamegera ku hefteya borî bi ser mala wê de girtin û amûrên wê yên elektronîk hatin desteserkirin, ji bo îfadeyê gazî dozgeriya Êvînê hatîbû kirin.