'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 838 roj in didome

  • 12:12 8 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
RIHA - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar 838 roj in didome. Di çalakiya îro de ev peyam hat dayîn: "838 roj in ev pankart li ber Edliyeya Rihayê daliqandî ye. Ev 5 sal in em tenê edaletê dixwazin."
 
Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. 
 
Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 838’emîn de li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne. Ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobed li malê pêk hat. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û bal kişand ser danişîna 2’yemîn a dozê ya dê di 18’ê tîrmehê de bê lidarxistin û wiha got: “Em li dijî neheqiyê ne. Em ê ji bo edaletê ranewestin. 838 roj in ev pankart li ber Edliyeya Rihayê daliqandî ye. Ev 5 sal in em tenê edaletê dixwazin. Di 18’ê tîrmehê de ya wê daye biçe Enqereyê yan jî wê dayê dawî li çalakiya xwe bîne û biçe mala xwe. Teqdîr di destê wê daraza ku bi şeref û namûsê sond xwariye de ye.”