Li Bîelê li dijî tecrîdê stand hat danîn
- 19:46 7 Tîrmeh 2023
- Rojane
BÎEL- Li bajarê Bîel ê Swîsreyê, li dijî tecrîda li ser Îmraliyê stand hat danîn.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ku li bajarê Bîel ê Swîsreyê hatin ba hev, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan stand danîn.
Endamên TCŞ’ê û TekoJIN’ê, bi armanca nasandina paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan broşur jî belav kirin.
Di çalakiyê de, bang ji bo tevlibûna meş û mîtingê ku wê 22’yê Tîrmehê li Lozanê li dar bikevin, hat kirin.