Di komxebata têkildarê Peymana Lozanê de peyama yekitiyê

  • 16:38 7 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin û parlamentera Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Newroz Uysal bi riya online beşdarî komxebata têkildarê Peymana Lozanê bû û got: "Eger Kurd bibin yek û wê wekî Kobanê li tevahî cîhanê gavên serkeftî bavêjin. Pêwîst e ew ruh were zindîkirin da ku em serkeftinan bi dest bixin.
 
Roja duyem a Komxebata “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" ya ku ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) ve duh li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû destpêkirin îro di roja xwe ya duyemîn de bi nîqaşan berdewam dike.
 
Rûniştina yekemîn a komxebatê bi sernavê “Rewşa Kurdan a heyî û astengiyên ku rastî wan tên” e û ji aliyê rojnamegera Kurd Newroz Reşo ve hat birêvebirin. Di rûniştinê de du mijarên sereke; “Rewşa Kurdan a heyî û astengiyên ku Kurd di dema niha de li her çar parçeyan rastî wan tên” hatin nîqaşkirin.
 
Di mijara yekem de berpirsyarê nivîsgeha bîrdozî û şêwermendî ya YNK’ê Arêza Ebdela di riya zoomê beşdar bû, li ser mijara: “Rewşa niha ji hêla siyasî, aborî, çandî ê civakî li her çar parçeyan, tişta ku Kurdan di vê demê de qezenc kiriye. Rola Kurdan a siyasî di çarenûsa welatên ku Kurdistan dagir kirine de her wiha di guherîna demokratîk a di herêmê de” nirxandin kir. Di heman demê de di wê maseyê de mamosteyê zanîngeha Viyanayê Tomas Şimîdinger têkildarî mijara “Astengiyên hundirîn der barê partî û hêzên Kurd de axivî her wiha behsa siyaseta dewletên sedest der barê doza Kurdî de nirxandin kir.
 
Di mijara duyemîn a rûniştinê de jî bi sernavê “Rê û rêbazên rûbirûbûna şerê tunekirinê yê ku gelê Kurd armanc digre” ji aliyê mafnas û endama rêveber a Encumena Edaleta Civakî li Cizîrê Etiya Yûsif ve hat birêvebirin. Tê de hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Salih Muslim li ser mijara “Xeta siyasî ya ku divê li pey herin, ji hêla aborî, civakî û çandî de, têkiliya di navbera her çar aliyan de dê çawa pêk were” axivî û nirxand.
 
Girîngiya yekîtiya netewî
 
Di heman rûniştinê de yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin û parlamentera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Newroz Uysal bi riya zoomê beşdar bû, li ser mijara “Girîngiya lidarxistina Kongreya Kurdistanî” nirxandin kir.
 
Newroz, da zanîn ku Peymana Lozanê ji bo xizmeta berjewendiya dewleta Tirk pêk hatiye û wiha anî ziman: “Lozanê derfetek da dewleta tirk ku bikaribe gelên ku li Tirkiyeyê dijî tepeser bike. Piştî îmzekirina peyman û perçekirina Kurdistanê soza xweseriyê ji holê hat rakirin û qirkirin û pişaftina Kurdan pêk hat. Li Tirkiyeyê tirk û kurd wekî hêmanên eslî hatin dîtin lê maf, daxwazên wan ne pratîk bûn, nedihatin qebûlkirin. Bi vê yekê Lozan wekî îxanet tê binavkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan der barê peymana Lozanê de digot  pêwîst e Lozana civakî derbixin holê.”
 
‘Pêwistî bi zindîkirina rihê Kobanê heye’
 
Newroz bal kişand ser şerê Kobanê ku çawa dewleta Tirk digot dê Kobanê bikeve û bi yekitiya Kurdan ew daxuyanî bêwate me û wiha axaftina xwe domand: “Di vê dîroka sedsalî de em yekitiya Kurdan û destkeftiyên wan biparezin divê her çar perçeyên Kurdistan bibin yek. Li Kobanê girêdanek Kurdbûyînê derket pêş. Ger em yekitiya neteweyî derxin holê ew ê rê li ber peymanên perçebûnê were girtin. Roja serkeftina Kobanê wekî nirxeke cîhanê hat pênasekirin bêguman bedelên giran jî hatin dayîn bi têkoşîn û fedakariya kesên mîna Şehîd Arîn Kobanê û rêhevalên wê.”
 
‘Ger yekîtî hebe dê serkeftin pêk were’
 
Newroz Uysal axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger Kurd bibin yek û wê wekî Kobanê li tevahî cîhanê gavên serkeftî bavêjin, bi rihê ku Kobanê derket holê berdewam. Pêwîst e ew ruh were zindîkirin da ku em serkeftinan bi dest bixin û nakokiyên xwe deynin aliyekî û xwedî li hev derkevin.