Dayika Aştiyê Xemê Akdogan jiyana xwe ji dest da

  • 12:12 7 Tîrmeh 2023
  • Rojane
WAN - Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê Xemê Akdogan, îro danê sibê li nexweşxaneya ku demekê lê dihat dermankirin, ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Xemê Akdogan (85) di saetên sibehê de jiyana xwe ji dest da. Xemê 15 rojan li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) dihat dermankirin. Serê sibê saet 04.00'an de ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji des da. Piştî kar û barê otopsiyê Dayika Aştiyê Xemê li Goristana Taxa Karşiyakayê hat definkirin. Şîna Xemê li Camiya Merînos a kolana Surmelî ya taxa Xaçorta Wanê hat danîn. 
 
Xemê li gundê Piros a navçeya Elkê ya Şirnexê tê dinê, di sala 1985'an de ji ber zextên dewletê neçar dimînin ku koçberê gundê Dotka ya navçeya Gevera Colemêrgê bibin. Li vir jî zextên dewletê destpê dike û Xemê bi malbata xwe re di sala 19977'an de li taxa Xaçortê ya Reya Armûşê ya Wanê bi cih dibe. 
 
Xemê, nêzî 20 salan di nav xebatên Dayikên Aştiyê de cih digire. Zarok û nebiyên Xemê di nav Têkoşîna Azadiya Kurd de cih digirin. Bi dehan caran hat binçavkirin û îşkence lê hat kirin. Di pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê de her tim li pêş bû. Têkoşîna Xemê ji nifşên nû re wek mîrateyek ma.