‘Pirsûsê jibîr neke nede jibîrkirin’

  • 19:30 6 Tîrmeh 2023
  • Rojane
ÎZMÎR- Rêxistinên Ciwanan ji bo bîranîna 8’emîn Salvegera Komkujiya Pirsûsê ya wê di 20’ê Tîrmehê de pêk bê belavok belav kirin.
 
Li Îzmîrê Rêxistinên Ciwanan bi wesîleya 8’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê belavok belav kir. Belavkirina belavokan li Kolana Alsancak Kibris Şehîdlerî hat kirin. Di seranserê belavkirina belavokan de dirûşmeyên ‘ Pirûsê jibîr nekin nedin jibîrkirin, Kujer DAIŞ, hevkar AKP’, ‘Wê ji kujeran hesab bê prisîn’, ‘Ji bo Pirsûsê Edelet’ hatin berzkirin.
 
Ciwanan piştî belavkirina belavokan  bang kirin ku wê bîranîn di 20’ê Tîrmehê de saet di 19’an de li ber Navenda Çanda Turkan Saylan pêk bê û gotin bila her kes tevli bibin.
[19:20, 06.07.2023] hediye Ajans: Kongreya Jinan a Zenûbiya bi dawî bû