KESK'ê serdana malbata Şenyaşar kir

  • 14:32 6 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
RIHA - KESK di roja  836'emîn a Nobeda Edlaletê ya Malbata Şenyaşra de piştgirî da malbatê û tevli nobeda ku tê girtin bû.  
 
Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 836’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hate pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncika edaletê yê Malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kir. 
 
Rêveberên Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Rihayê îro hatin serdana dayika Emîne Şenyaşar. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ê Rihayê Mahmût Bînîcî di serdanê de axivî û xwest ku daxwaza edaletê ya Şenyaşar tavilê bê bicihanîn. 
 
Di serdanê de hat diyarkirin ku di halê hazir de edalet tenê ji bo îktîdar û serdestan heye û wiha pê de çû: “Mixabin ku hêzên ewlekariyê jî berpirsyartiya xwe pêk nayînin. Weke endamên KESK’ê em her tim piştgiriyê bidin malbata Şenyaşar. Em ji dil bawerin ku dayika Emîne dê edaletê bîne. Ev edalet ne tenê ji bo Emîne Şenyaşar û malbata wê lê ji bo tevahiya pirsgirêkên welêt jî dê bibe hîmê bingehîn.” 
 
Emîne Şenyaşar jî doza ku dê di 18’ê tîrmehê de bê lidarxistin bi bîr xist û banga piştevaniyê kir.  Emîneyê got ku ew dixwaze êdî li gel zarok û neviyên xwe li mala xwe bijî. 
 
KESK’iyan heta demekê bi Emîneyê re nobet girtin.