2'yemîn Kongreya Kombûna Jinan a Zenûbiya tê lidarxistin

  • 13:56 6 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya, bi dirûşma "Bi birêxistinbûn û vîna jinan em civakeke azad û demokratîk ava bikin" kongreya xwe ya 2'yemîn li dar dixe.
 
Kongreya 2'yemîn a Kombûna Jinan a Zenûbiya, li Hola Mişwar a Reqayê, dest pê kir. Di kongreyê de endamên nivîsgehên kombûnê yên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, YPJ, YPG'ê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Rêxistinên Civaka Sivîl, Yekitiya Jinên Ciwan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) beşdar bûn.
 
Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa Xod El Îsa bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em vê kongreyê li ramyar û Rêber Abdullah Ocalan, li şehîdan, li jinên li dijî zîhniyeta baviksalariyê li Îran, Efganistan, Iraq û Tirkiyeyê li ber xwe didin, pîroz dikin.
 
Em di pêkanîn û pêşxistina pransîbên bingehîn ên ji jinên azad re pêşeng bûn û hîna pêşeng in. Kombûna Jinan a Zenûbiya di 2 salan de kapasîteya xwe di aliyên rêvebirî, rêxistinî û zindîkirina jiyana jinan de zêde kir. Kombûnê gavên nû di xweavakirinê û birêxistinbûna jinan de pêk anîn. Em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku xwe bigihînin hemû jinan û mêran ji zîhniyeta baviksalar rizgar bikin."
 
Kongre bi axaftin û sînevîzyona li ser xebatên 2 salan ên kombûnê, xwendina nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên der barê birêxistinbûna jinan û nîqaşkirina rêziknameyê de dewam dike.
 
Kongreya Darmezirîner a 1'emîn a Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê di 1'ê Hezîrana 2021'ê de hate lidarixistin û jê 4 nivîsgeh li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê hatin avakirin.