Polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyurtê de girtin

  • 11:36 6 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Polîsan bi ser avahiya Rêxistina HDP’a Esenyurtê de girtin. 
 
Polîsan bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Esenyurt a Stenbolê de girtin. HDP’iyên ku di saetên serê sibehê de çûn avahiya partiyê, dîtin ku polîsan bi ser avahiya wan de girtine û polîsan ji bo lêgerînê tu sedem nîşan nedan. 
 
Polîsan, deriyên avahiya partiyê şikandin û wisa ketin hundir. Hat zanîn ku gelek wêneyên li avahiya partiyê hatine desteserkirin. Piştî lêgerînê jî polîs ji avahiya partiyê derketin.