Li hember Kobanê êrîş

  • 21:52 5 Tîrmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Di êrîşa Tirkiyeyê ya li hember Kobanê de du xebatkarên tenduristiyê birîndar bûn.
 
Piştî êrîşa Tirkiyeyê ya li hember Qada Newrozê ya li Başurêrojhilatê Kobanê şûnde bi awayekî lez ambulans çûn herêma ku hatibû bombebarankirin. Di encama êrîşê de du xebatkarên tenduristiyê birîndar bûn.
 
Li gorî nûçeya di Rojnewsê de cih digire, navê xebatkarên tenduristiyê yên birîndar bûne wihane: “Sozdar Mistefa Osman (30) û Muslim Nebî Oso (25).”  Birîndar li nexweşxana Kobanê xistin bin dermankirinê.