Doza Vartînîs dîsa hat taloqkirin

  • 19:57 5 Tîrmeh 2023
  • Hiqûq
ENQERE- Doza Vartînîs di 3’ê cotmeha 2023’an de bi rîska demboriyê re tê rû hev. Tevî ku der barê fermandarê Alayê ya Cendermeyan Bulent Karaoglu biryara ‘bultena sor’ heye jî nehata girtin û doz dîsa hat taloqkirin.
 
 Di 3'yê Cotmeha 1993'yan de li bajaroka Vartînîsê ya navçeya Têlî ya Muşê, xaniyek hatibû şewitandin û ji heman malbatê 9 kes hatibûn şewitandin. Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ji bo bûyerê gotibû "çalakiya terorê" ye û "kiryar nediyar in" dosyeyê girtibû. Piştî ku Dadgeha Bilind biryara dozgeriyê xera kiribû, Doza Vartînîsê jinûve hatibû destpêkirin. 16 runiştina dozê li Yekemîn Dadgeha Ceza Giran a Kirikkaleyê hat dîtin.  Parêzer Fuat Ozgul bi SEGBÎS’ê tevli runiştinê bû û li ser navê Navenda Hiş Ozan Devrîm Yay runiştin temaşe kir.
 
Rîska demboriyê
 
Doza Vartînîs di 3’ê cotmeha 2023’an de  bi rîska demboriyê re tê rû hev. Tevî ku der barê fermandarê Alayê ya Cendermeyan Bulent Karaoglu biryara ‘bultena sor’ heye jî nehata girtin û doz dîsa hat taloqkirin.