Ji bo Dîcle Muftuoglu serî li DDB'ê hat dayîn

  • 18:31 5 Tîrmeh 2023
  • Hiqûq
AMED - Parêzer Resul Temur ji bo muwvekîla xwe Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu, serî li DDB'ê da. 
 
Parêzer Resûl Temûr, ji bo muwekîla xwe Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglu ku di Nîsanê de di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibû binçavkirin û di 3'yê Gulanê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) da. 
 
Di serlêdana ji bo Dîcle  Muftuoglu de ku bi rêya parêzer Resûl Temûr hat kirin, bal kişandin ser zextên li ser rojnamevanên Kurd. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku xebatên rojnamevaniyê yên Dîcle Muftuoglu wekî sûc hatine hesibandin, lê ya tê kirin li dijî xalên 26 û 28'an ên Destûra Bingehîn ên di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ne. 
 
Her wiha di serlêdanê de hat destnîşankirin ku ji ber biryara veşarî ya li ser dosyeyê mafê îtirazkirinê jî hatiye astengkirin.