Halîde Dundar bi beşdariya hezkiriyên wê hat definkirin

  • 12:40 5 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Rêvebera DDKAD'ê Halîde Dundar a li nexweşxaneya lê dihat dermankirin ji ber nexweşiya dil jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê hat definkirin.
 
Cenazeyê Rêvebera Komeleya Jinên Şoreşger ên Demokratîk (DDKAD) Halîde Dundar a ku di 61 saliya xwe de ji ber nexweşiya dil li nexweşxaneya ku li Stenbolê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezana Amedê hat definkirin. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, Rêveberên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) a Stenbolê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosa, Yekitiya Jinên Kurd, xizm û hevalên wê beşdarî merasîmê bûn. 
 
Piştî wecîbeyên olî pêk hatin, cenazeyê Halîde hate definkirin. Hevala Halîdeyê Rahîme Kesîcî ku li ser gora wê axivî, got: “Halîde mirovek pir bi ken bû. Li ser navê wê gelek doz hatin vekirin. Dema dihat girtin jî henekê xwe bi vê yekê dikir û dikeniya. Ew ji zextan neditirsiya. Li gel hemû zextan jî di rêya ku meşiyabû de bi têkoşîneke mezin bêyî ku dev jê berde, bi bawerî bi pêş ve diçû. Tevgerên wê ji me re bû mînak." 
 
Hevala Halîdeyê Methiye Azbay jî diyar kir ku Halîde bi nasnameya xwe ya kurdewarî û jinê bedelên herî mezin da û wiha bi lêv kir: "Tu bi ked û têkoşîna xwe bi bawerî dimeşiya. We têkoşînên ku nayên jibîrkirin da. Ne em û ne jî kesekî din we ji bîr nakin.”
 
Merasîm piştî xwendina diayan bi dawî bû.
 
Her wiha şîna Halîde Dundar li Mala Şînê ya Licê hat danîn.