ROJEVA 04'Ê TÎRMEHA 2023'YAN

  • 09:00 5 Tîrmeh 2023
  • Rojev
 
*Jinan diyar kirin ku sedema zêdebûna qetilkirina jinan polîtîkayên bêcezahiştinê ye û gotin wê bi têkoşîna li kolanê re bibin bersiv û rêxistinbûnê mezin bikin. BI DÎMEN 
 
* Li Tirkiyeyê 2 mîlyon zarokên karker hene. Zarokên bi navê E.D û C.K yên 10 û 12 salî li kolanan kartonan kom dikin li konteynirên çopê yek bi yek digerin. Zarokên ku riya dibistanê jibîrkirine yakane xeyala wan jiyanek mirovane û karekî paqij e. BI DÎMEN 
 
*Berpirsa Hiqûqî ya CÎSST parêzer Rûken Altûn da zanîn ku girtîgehên Tîpa S û Y yên hatine avakirin û pergala tecrîdê lê tê meşandin li dijî mafê mirovane, girtîgeh bi awayekî paşê wan li rojê ne hatine avakirin. Rûkenê da zanîn ku mudaxaleyên hewcedariyê jiyanî yên girtiyan dikin û divê hemû kes ji mafên mirovan fêdeyê bigirin û bang kir ku divê girtî bên parastin. BI DÎMEN