Li Tirbespî û Amûdê Zîlan hat bibîranîn

  • 19:50 4 Tîrmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera 27'an a çalakiya  Zîlan (Zeyneb Kinaci) , Meclisa Navçeya Tirbespiyê merasîmek li dar xist.
 
Merasîm bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li avahiya PYD'ê hat lidarxistin. Di merasîmê de sînevîzyonek li ser  Zîlan û têkoşîna jinên Kurd a di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de hat pêşandan.
Piştre endama Kongra Star Gulê Behdî nameya Zîlanê xwend û rêvebera meclisa navçeyê Aryan Mihemed jî axivî. Aryan diyar kir ku  Zîlan li hemberî sûcên dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd çalakiya fedaî pêk anî.
 
Gulê Behdî jî wiha vegot: "Em jin bi ramanên Abdullah Ocalan bawer in. Me girîngiya çalakiya şehîd Zîlan nas kir. Em ê şopdarên xeta şehîd Zîlan, Leyla, Gulan, Sema û Raperîn bin."
 
Amûdê
 
Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Amûdê jî ji bo bîranîna Zîlan pêşangeheke wêne û destkariyên jinan li salona navenda çandê vekir.
 
Tabloyên 7 şêwekarên jin û destkariyên jinên navçeyê hatin pêşandan. Endama navenda çandê ya Amûdê Sema Ehmed helbest li ser Zîlanê xwend û Koma Delîla stran gotin.