Rêvebera DDKAD'ê Halîde Dundar jiyana xwe ji dest da

  • 22:12 3 Tîrmeh 2023
  • Rojane
AMED - Rêvebera DDKAD'ê Halîde Dundar li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. 
 
Rêvebera Komeleya Jinan a Demokratîk û Şoreşger (DDKAD) Halîde Dundar ji ber nexweşiya dil 25 roj in li nexweşxanê dihat tedawîkirin. Vê serê sibê jiyana xwe ji dest da.
 
Halîde bi salan mamostetiya matematîkê  kir û her wiha ji bo zimanê kurdî jî xebat da meşandin. Femînista kurd Halîde di weşana Kovara Roza û Jujinê de jî cih girt.
 
Li gorî agahiya malbatê da Halîde dê sibêhê li Liceya Amedê bê definkirin.