Li Bursayê ji bo jinan qedexeya şahiyan

  • 13:59 3 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
 
BURSA - Li Bursayê Komeleya Gund û keyayê gund di navbera xwe de biryareke matyayî girtin û gotin: "Di şahiyan de divê mêr û jin neyên cem hev. Her wiha jin dikarin tenê 2 saet beşdarî şahiyan bibin." 
 
Komeleya Gund û keyayê taxa Karaagiz a navçeya Buyukorhan a Bursayê biryareke matmayî girtin. Li gorî biryarê li gorî rêgezên olî di şahiyan de jin û mêr nikarin li cem hev bimînin. Ji bo jinan 2 saet tenê destûr hatiye dayîn, ev tişt tê wateya meşrûkirina îzolekirina jinan a jiyana rojane.