RJAK: Divê kujerên jinan bên cezakirin

  • 13:24 3 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK, bi daxuyaniyeke bang li jinan kir ku li dijî siyaseta çewisandinê bibin yek û xwest kujerên jinan werin cezakirin.
 
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) derbarê rewşa jinan ya li Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de RJAK’ê bang li jinan kir ku bibin yek û bang li aliyên peywendîdar yên herêmê jî kir da ku kujerên jinan li gorî yasayê ceza bikin.
 
Di daxuyaniya RJAK’ê de wiha hat gotin: 
 
"Tevî guhertinên di hemû beşan de, rewşa jinan ya li Başûrê Kurdistanê piştî raperînê ber bi rewşek xirab ve çûye. Jin her tim dibin navên cûda û hincetên cûda de rastî tundî û kuştinê tên. Gelek caran jî sedema kuştinê bi xwe şewitandin, xeniqandin û hebûna nexweşiya derûnî ve girêdidin. Ev yek jî weke amêrek ji bo veşartina kujer ku zilamin tê bikaranîn.
 
Ji serê salê ve li gelek herêman, gelek dosyayên kuştin û tundiyê derketin, hemûyan jî xistin paş perdeyê. Ji bilî vê jî gelek caran kujer demek kurt tên binçavkirin û piştre tên azadkirin. Li vir rêz li yasayê nayê girtin, desthilatdariya eşîrtî, navbeynkariya partî û malbatî cihê qanûnê digre.
 
Bi hezaran bûyerên weke destdirêjiya zayendî, şikandina rûmeta kes, êşkence, kuştin û gelek bûyerên din, li navendên yasa û rêxisitnên mafê mirovan û civaka sivîl hatine veşartin. Ev jî di pileya yekem de sedema zêdebûna tundiyê ye.
 
Rêjeya tundiya li hemberî jinan gihiştiye astek bilind, ev tundiya li hemberî jinan zêdetirî xwe di bin navê şeref, ol û gelek hêcetên din tê kirin.
 
Divê jin berovajiyê van encamên ne zelal û têra çareseriyê nakin, xwe bi rêxistin bikin. Divê jin bi hemû cûdahiyên olî, îdeolojî, siyasî ve ji bo dawîkirina vê sîstema zordestî a li ser jinan tên kirin, hewldanên cidî bikin. Ji bo ku jin êdî bindest nemînin, yan jî weke mirovek di pileya duyemîn de nemîne, divê kujerên jinan li gorî yasayê bên cezakirin.”