Hejmara dawî ya Newaya Jin: Rehên esîl ên têkoşîna me

  • 09:24 3 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara tîrmehê ya Newaya Jin bi manşeta "Rehên esîl ên têkoşîna me" hate weşandin.
 
Di meha Tîrmehê ya rojnameya Newaya Jin de qala 14'ê tîrmehê, tecrîdê, Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê, polîtîkayên mêtingeriyê, encamên hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê, têkoşînên jinan ên li Bolîvya û Sahra Rojava û hunerê hatin kirin.
 
Ronahî Serhed esasên têkoşînê yên ji pêşengên Tevgera Jinê ya Kurd Delal Nûrhak, Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed, Gulçiya Gabar û Leyla Sorxwîn nirxand û ew weke avakarên dîroka azadiyê pênase kir. Ronahî Serhad got: "Şehîdên me nûnerên xeta Jin Jiyan Azadî ne, sonda me ya azadiyê ne" û destnîşan kir ku ew banga serxistina şoreşa jinê ne.
 
Ezda Dîcle Amed jî qala Leyla Sorxwîn (Hamiyet Yalçinkaya) kir ku 23'ê Çileya 2023'an li herêma Besta ya Botanê di şer de şehîd bû.
 
Hêja Zerya li ser Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê nivîsî û ew weke 'mîmarên Rojhilata Navîn a demokratîk' pênase kir.
 
Di hejmara meha Tîrmehê de rojnameyê cih da roportajeke taybet a li ser tecrîda li Îmraliyê. Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Şirnexê Newroz Ûysal li ser tecrîda li Îmraliyê, bandora tecrîdê ya li ser civakê, pîvanên hiqûqê yên têne binpêkirin, pozîsyona mekanîzmayên navneteweyî, 'Mafê hêviyê', paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li cîhanê belav bûye û karên divê li dijî tecrîdê bêne kirin, bersiv da pirsên Newaya Jin.
 
Beşa duyemîn û dawî ya dosya/analîz a Havîn Guneşer a li ser Konferansa "Em cîhana xwe jinûve dixwazin, li ber xwe bide, bistîne û jinûve ava bike - perwedeya xweser bike û birêxistin bibe" hate weşandin.
 
Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê û rewşa dawî ya li herêmê ji aliyê Zozan Sîma ve hate nirxandin.
 
Artêşa Iraqê di nava meha Gulanê de bi rojan dor li Kampa Şehîd Rustem Cûdî girt û xwest bi têlan derdorê bigire. Sekna bêpirs a xelkê wargehê ku ji 7 heta 70 salî li ber xwe da, kir ku êrîşar paşve gavê biavêje. Bêrîtan Zagros qala detayên vê yekê kir. Bêrîtan Zagros sûîqestên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê jî bi bîr xist û ragihand ku êrîş dibe ku li herêmên cuda, di asteke cuda de dewam bikin.
 
Rojnameyê cih da nirxandinên li ser encamên hilbijartinê yên li Tirkiyeyê. Di vê çarçoveyê de hevpeyvînek bi Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Salîha Aydenîz û nirxandina Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mersînê Perîhan Koca hate weşandin.
 
Di hejmara nû de li gel rojeva jinên Kurdistanî her wiha rojev û têkoşînên tevgerên jinê yên Rojhilata Navîn û cîhanê jî hatin nirxandin.
 
Sekretera Yekîtiya Jinê ya Neteweyî ya Sahra Şabe Sênî mêtingeriya Maxrîbê û têkoşîna xwe ya li dijî baviksalariyê nirxand.
 
Ji nivîskarên rojnameyê Nazan Ustundag cih da hevpeyvîneke taybet a bi damezrînera Femînîsmo Comûnîtarîo, perwedekara gel û fenîmîst a Bolîvyayê Adrîana Gûzman Arroyo. Arroyo hincetên têkoşînê yên li nava civaka xwe bi rastiyên sosyolojîk vegot.
 
Di hejmara nû de Koma Evîna Welat bi hev re hate nasandin ku beriya 22 salan li bin sîwana Navenda Çandê ya Sefkan hate avakirin.
 
Di kategoriya Jineolojiyê de jî Şîfajin hate nasandin.