ROJEVA 03'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN

  • 09:00 3 Tîrmeh 2023
  • Rojev
 
*Hevseroka GOÇÎZDER'ê Kamile Kandal, diyar kir ku di dema hilbijartinê de penaber hedef hatin nîşadan û got: "Ji bo parastina mafê jiyana penaber û koçberan divê têkoşînek bê dayîn. Divê em şert û mercên jiyana bi hev re ava bikin." BI DÎMEN 
 
* Li hemberî polîtîkayên zext û zordariya hikûmetê ya bi salan li ser Colemêrgê û navçeyên wê, gel serî natewîne û berxwedana xwe didomîne. BI DÎMEN 
 
*Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Nisêbînê Şîndar Akinci polîtîkayên dijminantiya li hemberî jinên Nisêbînê ku wekî bajarê jinan tê nasîn nirxand û got, "Li dijî zîhniyeta ku hewl dide bajarê jinê bike bajarê mêran, divê em bajarê jinan di asta herî jor de biparêzin." BI DÎMEN 
 
* Hevberdevka Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa OHD’ê ya Rihayê parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê giranbûye li hemû girtîgehan belav bûye û wiha got: “Girtiyên siyasî ligel hemû serlêdan û helwdanên me nayên berdan. Daraz di bin bandora îktîdara siyasî de ye.” BI DÎMEN 
 
*AKP’ê ji roja ku li Tirkiyeyê bûye desthilatdar, ji bo girtiyan di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de bihêle, bi kodkirina hemû tîpên alfabeyê girtîgeh ava kiriye û tecrîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav kiriye. Her çiqas saziyên navneteweyî bi taybetî CPT raporên li ser tecrîdê biweşînin jî, ne Tirkiye hesabê wê dide û ne jî ev sazî dikarin li dijî berjewendiyên dewletan derkevin. DOSYA 
 
*Jinên ku bi minasebeta bîranîna Zeynep Kinaci (Zîlan) li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatin gel hev di kesayeta civaka kurd de hedefgirtina jinên kurd şermezar kirin û gotin ku bi rêya hedefgirtina jinan dixwazin kurdan qir bikin.  Jinan li dijî qirkirinê soza mezinkirina têkoşîna Zîlanê û hevrêyên wê dan. DÎMEN HEYE